Li Nisêbînê yek jê zarok 3 kes hatin girtin 2021-12-14 10:03:11   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, yek ji zarok 3 kesên ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin.    Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, bi angaşta ku "teqemeniya bi destan" bi binê wesayîta polisekî ve kirine yek ji zarok derbarê 4 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di 9'ê kanûnê de polisan Ş.A., (22), A.A. (17) û A.D. (24) hatibûn binçavkirin û sewqî Miduriyeta Polisan a Mêrdînê hatibûn kirin. Piştî ku li miduriyeta polisan îfadeyên wan hatin girtin her sê kes j3i sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Silhê hatin kirin. Li dadgehê 2 jê hatin girtin û A.D. jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsînê de S.D. jî hatiye hatiye binçavkirin û girtin.    Hat diyarkirin ku di binçavan de tundî li wan hatiye kirin.