Zarokê ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da 2021-12-14 13:14:32   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, zarokê ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Cudî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, zarokê bi navê Mazlum Akgûn (11) dema ku li kolanê dilîst wesayîtek lê qelibî û bi giranî birîndar bû. Akgun ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tevî hemû hewledanan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akgun  ji nexweşxaneyê hat wergirtin û li Goristana Asrî ya Cizîrê hat definkirin.