Doza çalakiya greva birçîbûnê taloq bû 2021-12-14 15:39:43   ENQERE - Danişîna doza ku ji ber tevlîbûna çalakiya greva birçîbûnbê li girtî Mehtap Kiyar hatibû vekirin taloq bû.    Derbarê girtî Mehtap Kiyar ku ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê sewqî Girtîgeha Jinan a Şakranê hatibû kirin de bi hinceta ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirian tecrîda li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûbû, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Duyemîn danişîna dozê li 32'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Kiyar bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û parêzera wê Çîgdem Kozan li danişînê amade bû.    Di danişînê de hat hînbûn ku ji ber Kiyar tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûye dosya wê bi dosyayeke din re hatiye yekkirin.     Di danişînê de Kiyar mafê axaftinê girt û ji bo parastinê daxwaza demê kir.     Heyeta dadgehê, biryar da ku ji bo amadekirina parastinê dem ji bo Kiyar û parêzera wê bê dayîn û danişînê taloqî 27'ê çileya 2022'an kir.