Çetîn Dedeogullari: Dozger yek bi yek berda, wan jî malbata min qetil kir 2021-12-14 16:51:42   ENQERE - Çetîn Dedeogullari yê ku ji komkujiyê sax xelas bû diyar kir ku qetliyam bi organîzekirî hatiye kirin û got: “Di 12’ê gulanê de hatin ku malbata min bikujin. Hatin girtin lê dozger yek bi yek serbest berda. Mehmet Altun ji xwe re girtin û malbata min qetil kirin.”    Danişîna ewil a doza Qetliyama Malbata Dedeogullari ya ku li navçeya Merama Konyayê pêk hatibû, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê berdewam dike.    Parêzeran axaftinên bersûcan ên li ser Wahatsaapê pirsîn. Pişt re ferdên malbata Dedeogullari yên li eywanê amade bûn axivîn û bersûcan derewandin.     ‘DOZGER WAN BERDA, WAN JÎ MALBATA MIN QETIL KIR’    Pişt re ji malbata Dedeogullari, ku ew bi tenê sax rizgar maye Çetîn Dedeogullari axivî. Dedeogullari wiha got: “Ez dizanim ev qetliyam bi sûcekî organîzeyî hatiye kirin. Dema van malbatan êrişî malbata min kirin, xwestin min bikujin, birayê min di komayê de bû. Destê birayê min şikestiye. Lê nikaribûn me bikujin. Lê gava yek bi yek hatin berdan, Mehmet Altun wek qatilê kirêkirî ji xwe re girtin û şandin ser me. Organîzatorê qetliyamê Alî Keleş e. Min berê wî nas nedikir, lê ew derewan dikin. Dibe ku bavê min bi cîranê xwe re xirecirê kiribe, lê di 12’ê gulanê de hatin me bikujin. Lê belê dozger hemûyan yek bi yek serbest berda û kujer Mehmet Altun girtin û malbata min qetil kirin.”    ‘WÎ BAŞ LI DERSA WÎ XEBITANDIN E’    Dedeogûllari bi berdewamî wiha got: “Mehmet Altun dibêje ku malbata min herketan jê re kiriye. Bila nîşan bide ka di kîjan kamerayê de heye. Wî baş li dersa wî dane xebitandinê. Êrişî malbata min kirin û me qir kirin lê êrişkar hatin parastin. Ji ber ku ev êrişkar niştecihên wir in, li qereqolan jî nasên wan hene. Bûyer ji aliyê 3 malbatan ve hat organîzekirin. Malbata min qetil kirin, ez ji hemûyan gilîkar im.”    ‘JI BER EM KURD BÛN…’   Xwişka Yaşar Dedeogullari yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Ayfer Karasu axivî. Karasû got: “Ji ber em kurd bûn tim heqaret li me dikirin. Heqaret dikirin, tehdît dikirin. Ji ber ku mala birayê min li ser rê bû, kesên diçûn û dihatin heqaret li wan dikirin û çêrî wan dikirin. Ez dixwazim edalet pêk were.”    Birayê Yaşar Dedeogullari, Cengîz Rifatoglu jî got: "Ez ji hemûyan gilikar im.”    Xwişka Yaşar Dedeogullari, Filîz Îşke jî got: "Rojek dema ku ez bi birayên xwe re bûm malbata Keleş û Çalik hatin û bi gotina 'Kurdno em ê we ji vir biqewirînin’. Gef li me xwarin. Ez edaletê dixwazim, gilîkar im.”    Birayê Yaşar Dedeogullari, Oner Rifatoglu jî got: “Hemûyan jî gotin ku dereng agahiya wan ji qetlîamê çêbûye. Bila destên xwe deynin ser wijdanê xwe. Me wek qurban hilbijartin. Ew derewan dikin. Gelo dê edalet pêk were? Çi pêwîst be bila bê kirin.”    Piştî axaftina ferdên malbatê beşdarên li eywana danişînê li ser pêya li çepikan dan.    Danişîn bi parastina prêzeran berdewam dike.