Cenazeyê Akkûş hat veşartin 2021-12-14 17:45:48 AMED - Cenazeyê endamê HPG’ê Veysel Akkûş ku di encama bombebarandina balafiran de li Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû, li mezraya Spênî ya navçeya Licê hat veşartin.  Cenazeyê endamê HPG’ê Veysel Akkûş ku di encama bombebarandina balafiran de di 22’yê Cotmehê de bi 3 hevalên xwe re li Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû, li mezraya Spênî ya gundê Xirabê yê navçeya Licê hat veşartin. Piştî ku rayedarên eskerî malbat agahdar kiribûn, malbat çûbû Sêrtê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê ji bo testa DNA’yê xwîn dabû. Ligel piştî 52 rojan encama DNA’yê diyar bû, malbat duh çû Sêrtê û ji morga nexweşxaneyê cenazeyê lawê xwe girt û bi dehan wesayîtan ber bi mezraya Spênî ya gundê Xirabê yê navçeya Licê ya Amedê ve bi rê ket. Cenazeyê Akkûş piştî vecibeyên olî li Goristana mezraya Spênî hat veşartin.    Li aliyê din malbatê diyar kir ku ligel Akkûş di morgê de 4 cenaze hebûn û cenaze nedihatin naskirin.