Danişîna doza Komkujiya Konyayê hat taloqkirin 2021-12-14 20:30:44   ENQERE - Di danişîna doza Komkujiya Konyayê de daxwaza girtina bersûcên hatibûn berdan hat redkirin. Danişîn taloqî 8’ê Sibatê hat kirin.    Danişîna doza derbarê 11 kesên ku 7 ferdên malbata Dedeogûllari kuştibûn hatibû vekirin de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat dîtin.    Dadgehê biryara navberê eşkere kir û ev biryar dan: “Redkirina daxwaznameyên ji bo yekkirina dosyayan, navnîşanên e-mailê yên hemû bersûcan bi rêya kesê pispor bê lêkolînkirin, ji şîrketên medyaya civakî re nivîs bê nivîsîn, ji bankayên ku bersûc Mehmet Altûn deyn standine belge bên xwestin, di dema girtîbûnê de daxwaza qeydên hevpeyvînê yên bersûcan kirine bên xwestin, Hevdîtinên ku Ayşe Keleşê bi 112 re kirine bên xwestin, ji bo agahiyên têkildarî otelên Altûn çûnê yên 3 mehan nivîs bê nivîsîn, qeydên telefonê bên xwestin, Qeydên têkildarî dîrokên ku bi balafirê rêwîtî kiriye bê xwestin, 3 şahidên ku bi Ayşe Keleş re li qadê bûn bên guhdarkirin, bersûcên ku di danişînê de amade nebûn bi zorê bên anîn, îfadeya kesên ku derbarê wan de biryara neşopandinê hatin dayîn bên girtin.”   DAXWAZA GIRTINÊ RED KIR   Dadgehê daxwaza girtina bersûcên hatibûn bi hêceta ku di rewşa delîlan de tu guhertin nîne red kir û derbarê wan de biryara berdewam kirina şertê kontrola edlî da. Dadgehê derbarê faîl Altûn da jî, biryara berdewam kirina girtinê da û danişîn taloqî 8’ê Sibatê kir.