ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2021'AN 2021-12-15 09:00:52 *  Parêzer Senem Doganoglû diyar kir ku Tirkiye di mijara girtiyên nexweş peymanên navnetewî binpê dike û Tirkiye dixwaze bi guhertinên biçûk ên di qanûnan de demê qezenç bike.  * Aktîvîstê xwezayê Yûnûs Gurbey bertek nîşanî destûra qanûnî ya nêçîra pezkoviyan da û bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî peymana BERN’ê tevbigere.    * Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, ji bo ji bêedaletî û xizaniyê re bêjin na bang li herkesê kir ku tevlî mîtînga “em nikarin debara xwe bikin” bibin.    * Parêzerê OHD’yî Berdan Acûn, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di heman demê de pirsgirêka Yekitiya Baroya Tirkiyeyê ye jî û got: “Divê TBB jî bikeve dewrê.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê berdewam bike.    * Baroya Rihayê wê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de panelek li dar bixe.    * Kedkarên tenduristiyê wê li tevahiya Tirkiyê ji bo rojekê çalakiya dest ji berdana kar bikin. (12.00-16.00)   * Endamên Egîtîm Senê yên li Amedê ku hatin îxrackirin dê li ÎHD'ê daxuyanî bidin. (11.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser rewşa li girtîgehan wê li Parka Koşuyolu daxuyanî bide. (12.00) ZINDÎ   * Meclîsa Jinan a HDK'a Îzmîrê wê têkildarî kampanyek bide destpêkirin li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê daxuyanî bide. (12.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amed û Wanê berdewam bike. (13.00-16.00)   * Şandeyek HDP'ê û hiqûqzanan wê di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de serdana malbatên Roboskî bikin. (13.00)   * Parêzerên dosyeya Garîbe Gezer wê li Şaxa ÎHD'a Stenbolê daxuyanî bidin. (13.00) CANLI