Amed amadekariyên mîtînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ dike 2021-12-15 09:04:16 AMED - Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, ji bo ji bêedaletî û xizaniyê re bêjin na bang li herkesê kir ku tevlî mîtînga “em nikarin debara xwe bikin” bibin.       Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî budçeya sala 2022’an bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin! Ji bo budçeyek li aliyê ked û gel, jiyana mirovane” dadikeve qadan. KESK'ê ragihand ku wê di 18’ê Kanûnê dê li Amed û Îzmîrê û di 19’ê Kanûnê de jî li Stenbol û Enqereyê mîtîngan li dar bixin. Navnîşana mîtînga ku dê li Amedê were lidarxistin Qada Îstasyonê ye. Xebatên mîtîngê bi hemû leziya xwe didomin. Ji xeynî Amedê tê payîn ku partiyên siyasî û rêxistinên bajarên herêmê yên weke Mêrdîn, Riha, Sêrt û Êlihê jî dê beşdarî mîtîngê bibin.    XIZANTIYA LI HERÊMÊ   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku ji bo gel xizantir nebin divê tevlîbûna mîtîngê xurt be û rewşa welat weke “Di dîroka Komarê de serdema herî zêde gel xizan bûye” penase kir. Atasoy, dazanîn ku polîtîkayên şerê taybet ên li bajarên herêmê tên meşandin jî sedemekî bingehîn ê xizaniya gel e û wiha got: “Qeyrana aborî li bajarên çend qat zêdetir e. Dema mirov li hejmarên bêkariyê, li jinên xizan û esnafan dinêre, qeyrana li vir kûrtir e.”   XEBAT DIDOMIN   Atasoy, destnîşan kir ku mîtînga li Amedê tê lidarxistin girîng e û wiha berdewam kir: “Di holê de ye ku tiştek nemaye ku êdî ev desthilat bide vî gelî. Em ê van çalakiyan tevî hemû kedkaran ji cihekî ku haya xwe ji van polîtîkayan heye, ji cihekî ku berpirsyariya vê mîtîngê digire ser milê xwe, bimeşînin. Em ê bi esnaf, bêkarên li qehweyan, jin, ciwanên ku her roj ber bi întîxarê ve tên dehfdan beşdarî qada mîtîngê bibin. Ji bo mîtînga li Amedê were lidarxistin ne tenê li vir li tevahiya Kurdistanê xebat tên meşandin. Di kesayeta kurdan de li dijî polîtîkayên aboriyê yên hemû gelan xizan dikin, li dijî kesên me mehkumî birçîtiyê dikin em ê bêjin ku ‘êdî îstîfa bikin, gel êdî we naxwazin, em êdî dixwazin azad û wekhev bijîn.”   BANGA TEVLÎBÛNÊ   Atasoy, destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin aborî jî rast nabe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Desthilat hemû budçeyê ji şer re vediqetîne. Li meclîsê bi awayekî aşkera di holê de ye ku budçe diçe ku derê. Budçe ji parastin, ewlehî û şer re hat veqetandin. Budçeyeke wisa encax ji gel re xizaniyê bîne. Gelê kurd dixwaze ev şerê ku mirin û xizaniyê tîne bi dawî bibe. Ji ber wê yekê em kurd û gelên din ji bo ku em bêjin ‘Ji şer re na, ji bo gel budçe’ em li qadan bin. Ji bo ku neheqiya dahatiyê ya di nav karkeran de bibêjin na, ji bo ji desthilatdariya xizan dike re bêjin na, daxwazên xwe bi dengekî bilind biqîrin em ê li qadan bin. Ji ber vê yekê divê hemû gel, kedkar, jin û ciwan tevlî mîtîngê bibin.”