Girtiyê nexweşê qanserê ku hevkariyê nekir "bihalê baş" nehat hesibandin 2021-12-15 10:27:59 AMED - Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê, bi hinceta ku "durî hevkariyê tevdigere" derbarê girtiyê 28 salan Soydan Akay ku 4 sal in di hucreyê de tê girtin de biryara ne "bihalê baş" da.  Lijneyên Çavdêriyê yên Girtîgehan (ÎGK) ku ji 1'ê çileyê ve li girtîgehan hatine avakirin, li dijî girtiyên ku cezayên wan bi dawî dibin biryarên sosret didin û vediguherin "îşkenceyê". Bi hinceta ku ne "bihalê baş" in girtiyên ku şertên wan ên berdanê çêbûne bernade û careke din wan ceza dike. Ev lijne xwe dike şûna dadgehê û bi biryarên ku dide maf û azadiya girtiyan ji holê radike. Li gorî daneyên rêxistinên ku derbarê girtîgehan de xebatan dikin, heta niha 60 girtî rexmî ku cezayê wan qediyane jî bi biryarên kêfî û cihêkar ên vê lijneyê nayên berdan û li girtîgehan tên girtin.    4 SAL IN DI HUCREYA YEKKESÎ DE YE   GirtÎ Soydan Akay (47) ku li Girtîgeha Hejmara 9 a Tîpa F a Sîlîvriyê tê girtin jî yek ji van girtiyan e. Akay, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire, 28 sal in girtî ye û 4 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin. Hevdîtinên ku Akay bi parêzerên xwe re kiriye hemû ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi qamerayê hatine qeydkirin. Serlêdana ku parêzera wî Esra Erîn li Dadgeha Destûra Bingehîn kiriye hê bi encam nebûye.    LI NEXWEŞXANEYÊ ÊRIŞÎ WÎ KIRIN   Akay ku divê li nexweşxaneyeke baş tedawiya wî bê kirin, ji ber ku li hucreya yekkesî tê girtin û hevdîtinen wî tên qeydkirin, bi mehan mafê xwe yê bi axaftina telefonê û hevdîtina bi parêzerên xwe re bi kar nanî û rêveberiya girtîgehê şermezar kir. Herî dawî di 28'ê cotmehê de li nexweşxaneya ku ji bo kontrolê çêbûyê, nêzî cendirme û kesekî sivîl êrişî wî kiribûn. Parêzerê wî xwestin ku têkildarî vê êrişê di 2'ê mijdarê de bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bikin. Rêveberiyê girtîgehê vê daxwazê red kir.    HINCETA NE 'BIHALÊ BAŞ'   Ji bo vê êrişa ku gefê li jiyana Akay xwar bê lêpirsînkirin û cezayê pêwîst li êrişkaran bê birîn serî li Wezareta Edaletê hat dayîn, lê heta niha agahî nehatiye dayîn ku têkildarî mijarê lêpirsîn hatiye destpêkirin an na. Heke tu cezayekî dîsîplînê nexwe divê di 11'ê tebaxa 2023'an de Akay bê berdan. Li gorî qanûnê, Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê ji 3 mehan carekê rewşa Akay lêkolîn dike. Lijneyê biryara da ku Akay ne "bihalê baş"e. Lijneyê, ji bo ne "bihalê baş" jî ev hincet nîşan da: "Di sekn û tevgerên wî de bi awayekî erênî guhertin tune ye, di hêla başbûn û feyda civakê de qinyateke baş çênebûye, tevgerandina wî dûrî hevkariyê ye."   VASIYÊ WÎ SERÎ LI ÎHD'Ê DA   Li ser vê biryarê vasiyê Akay Şafî Hayme, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da û li dijî biryara lijneyê ya neheq daxwaza alîkariya hiqûqî ji ÎHD'ê kir.    MA / Omer Çelîk