Malbatên penaberên kurd li ber Balyozxaneya Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kirin 2021-12-15 11:29:50   WAN - Malbatên penaberên kurd ên rojhilatê Kurdistanê ku Tirkiyeyê beriya 116 rojan wan radestî OSO'yê kiribû, li ber Balyozxaneya Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Penaberên bi navê Mobin Veledbeygi, Mesud Hayderî, Bahman Shadruvan, Siyaveş Paksereşt, Afşar Rustemî, Bahmen Şadravan, Hidayet Ruxzadî, Said Ahmedî û Fardin Dervişpur ku ji bajarê Pave yê parêzgeha Kirmansahê ya rojhilatê Kurdistanê bi rêyên qanûnî derbasî Tirkiyeyê bûbûn, di 22'ê tebaxê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin û piştre radestî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) hatibûn kirin. Malbatên van penaberan li ber Balyozxaneya Enqerê ya li Tehranê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    BERPIRSÊ YEKEMÎN TIRKIYE YE   Malbatên ku hatin pêşiya balyozxaneyê, ligel hemû hewldanên wan jî destûr nehat dayîn bi rayedarên balyozxaneyê re hevdîtin bikin. Li ser vê malbatan daxwaznameyên ku amade kiribûn radestî polisê balyozxaneyê kirin û li ber deriyê balyozxaneyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatan, wêneyên penaberan hildan û pankarta "Em ji bo endamên malbata xwe yên penaber û karker ên bêsûc daxwaza berdanê dikin" vekirin. Malbatan, destnîşan kir ku ji ber wan radestî OSO'yê kiriye berpirsê yekemîn Tirkiye ye.    HEKE ENCAM NEGIRIN DÊ BÊN TIRKIYEYÊ   Berdevkê malbatan Raşîn Rustemî, diyar kir ku heta niha ji aliyê balyozxaneyê ve tu agahî bi wan re nehatiye parvekirin û diyar kir ku heke hewldanên wan îro encam nedin wê bên Tirkiyeyê û bi rayedaran re hevdîtin bikin. Rustemî, destnîşan kir ku daxwaza malbatan berdana xizmên wan e û wiha axivî: "Divê hinek daxuyanî bidin me. 116 roj in em agahî ji xizmên xwe nagirin. Em daxwaz dikin ku dewleta berpirsyariya wê heye di vê mijarê de gav bavêje. Dîsa em ji rêxistinên mafên mirovan û parlamenteran piştgiriyê dixwazin."   Çalakiya malbatan a li ber Balyozxaneya Enqerê ya Tehranê didome.