'Xweserî mafê êzidiyan e' 2021-12-15 11:54:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyenên Herêma Kurdistanê, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Şengalê dan û gotin ku xweserî mafê Şengal û êzidiyan e.    Li Herêma Kurdistanê, akademîsyenên ku ji Rojnewsê re axivîn bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê û bêdengiya Hikûmeta Bexdayê û Hikûmeta Hewlerê ya li hemberî van êrişan dan û destnîşan kirin ku mafê Şengalê yê qedera xwe diyar bike heye.    ‘JI BER BERJEWENDIYÊN XWE BÊDENG IN'   Mamosteyê Zimanê Îngilîzî yê Zanîngeha Koyê Dr. Îlham Mecîd, diyar kir ku Tirkiye dewletek dîktator e û bi taybet Şengal bi berdewamî êrişî Herêma Kurdistanê dike û wiha got: "Divê rayedarên kurd û Iraqê êzidî û Şengalê weke perçeyek ji xwe bibînin û nabe rê bidin tu destdirêjiya li ser xaka Iraqê pêk were. Tişta ku em niha dibînin desthilatdaran ji ber berjewendiyên xwe yên hizbî û kesî bêdengî hilbijartine.”    Mamostayê Dîrokê yê Zanîngeha Koyê Dr. Heyder Leşkerî jî diyar kir ku nêrîna destilatê ya ji bo Şengal û êzidiyan xerab e û v tişt got: "Ji ber ku êzidî û Şengalê li ser siyaseta xwe ya neteweyî metirsî dibîne rojane Tirkiye êrişî Şengalê dike. Şengalê nêzî partiyeke li dijî Tirkiyeyê dibînin. Şermezariya desthildarê Herêma Kurdistanê û Iraqê di vê yekê de ye ku vê destdirêjiyê dibînin lê helwesta wan nîne.”   'SERWERIYA IRAQ Û HERÊMA KURDISTANÊ NEMAYE'    Mamostayê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Koyê Dr. Hîwa Selam jî bi lêv kir ku tu serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê nemaye û bi van gotinan bertek nîşanî bêdengiya li dijî êrişên Tirkiyeyê da: "Bêdengiya her du hikûmetan cihê şermezariyê ye. Hejmarek sedem hene û di  bin de lihevkirin heye.  Wiha kiriye ku bi vî awayî bêdeng bin. Eger na, tu sedemek ji bo bêhelwestiya wan nîne. Di demeke ku balafirên derve tên Herêma Kurdistan tê bombebarankirin. Kesek jî nîne êrişkaran re bêje raweste. Divê nêrin û dîtina xelkê Şengalê li ber çavan were girtin. Heta ku ew biryara diyarkirina qedera xwe û xweseriyê bidin divê pêvajoya avakirinê bidome û malên hatine rûxandin dûbare werin nûjenkirin."