Dozger biryara nepenîtiyê danî ser dosyeya Garîbe Gezer 2021-12-15 14:03:10   STENBOL - Parêzerên dosyeya Garîbe Gezer ragihandin ku dozger biryara nepenîtiyê daniye ser dosyeya Gezer.    Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Hejmara 1'an a Tîpa F ku bi îşkenceya sîstematîk û destavêtin lê hate kirin, bi gumanbarî li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû. Parêzerên dosyeya Gezer li avahiya Şaxa ÎHD'a Stenbolê têkildarî dosyeyê daxuyanî dan çapemeniyê.   Parêzerên dosyeya Gezer diyar kirin ku dozgerên lêpirsînê li Kandirayê dimeşînin biryara nepenîtiyê li ser dosyayê danîne.