MA TÛHAY-DER: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan 2021-12-15 16:06:54   STENBOL - MA TUHAY-DER’ê diyar kir ku tevî Halîl Guneş û Abdulrezzak Şûyûr ên jiyana xwe ji dest dan, nexweşên giran jî bûn nehatin berdan û bang li desthilatê kir ku ji bo girtiyên nexweş bikeve nav tevgerê.  Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MA TÛHAY-DER) têkildarî girtiyên nexweş Abdulrezzak Şûyûr û Halîl Guneş ên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyeke nivîskî weşand.    MA TUHAY-DER’ê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Pergala tecrîdê ya Îmraliyê ye yek kesî ku di kesayeta Birêz Ocalan de tê pêşvebirin, di serî de gelê kurd li gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin û herî zêde jî xwe di girtîgehan de dide hîskirin.”   ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK   MA TUHAY-DER’ê destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin û wiha berdewam kir: “Îşkenceya herî giran a sîstematîk a li girtiyên nexweş tê kirin, bi pêşîgirtina li tedawiya wan, ragirtina wan li hucreyên yekkesî û pêşîgirtina li berdana wan e.”   GUNEŞ, ŞÛYÛR Û GEZER   MA TUHAY-DER’ê dazanîn ku ji ber girtiyên nexweş nayên dermankirin her sal bi dehan girtî jiyana xwe ji dest didin û wiha pê de çû: “Girtîgeh vegerîne malên mirinê. Girtiyê nexweşê giran Halîl Guneş ku gelek caran ji ber nexweşiyên xwe ji bo tehliyeyê serlêdan hatibû kirin û girtiyê nexweşê giran Abdulrezzak Şûyûr ku gelek caran îtîrazî girtina wî hatibû kirin jiyana xwe ji dest dan. Hefteya borî jî Garîbe Gezar a tena serê xwe di hucreyê de dima, bi awayekî biguman jiyana xwe dest dabû. Bi ser mirina girtiyên nexweş Bangîn Muhammed jî hêj mehek derbas nebûye.” MA TUHAY-DER’ê ragihand ku tevî beriya 3 mehan teşhîsa penceşêrê danîbûn ser Şûyûr jî nedihat dermankirin û diyar kir ku Guneş jî demekî dirêj e bi pênceşêrên pişik û hestî re têdikoşiya.    BIKEVIN NAV TEVGERÊ   MA TUHAY-DER’ê herî dawî wiha got: “Em bang li desthilatê dikin ku ji bo bikevin pêş îşkence û mûamaleya nebaş a li girtîgehan bi keve nav liv û tevgerê. Her wiha em bang li Saziyên sivîl ên civakî, saziyên têkildar û gelê xwe dikin ku li dijî vê zilmê bi hestiyar bin û li cem xizmên girtiyan ên li Baroyên Amed û Wanê çalakiya nobeta edaletê dane destpêkirin bin.”