Di danişîna Leyla Guven de daxwaza redda dadger hat kirin 2021-12-15 16:32:28   AMED - Di danişîna doza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de parêzer Serdar Çelebî, bi hinceta ku "bêalîbûna dadgehê nemaye" daxwaza redda dadger kir.   Yekemîn danişîna doza ku bi angaşta "propagandaya rêxistinê" li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin, li 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Guven, ji Girtîgeha Tîpa E ya Jinan a Xarpêtê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Parêzerê wê Serdar Çelebî jî li danişînê made bû.    Di danişînê de parêzerê Guven Serdar Çelebî parastina muwekîla xwe kir û bi hinceta ku "bêalîbûna dadgehê nemaye" daxwaza redda dadger kir.   Dozger, li dijî daxwaza parêzer Çelebî derket û daxwaz kir ku daxwaza Çelebî bê redkirin.    Heyeta dadgehê, diyar kir ku piştî bi dawîbûna pêvajoya îttîrazê dikare  ji bo daxwaza parêzer biryar bê dayîn û danişînê taloqî 9'ê sibata 2022'an kir.