Cenazeyê Halîl Guneş ber bi Edenê ve hat oxirkirin 2021-12-15 17:12:43   AMED - Cenazeyê girtiyê nexweş Halîl Guneş ku jiyana xwe ji dest dabû, bi dûrişmeya "şehîd namirin" ber bi Edenê ve hat rêkirin.    Cenazeyê girtiyê nexweş Halîl Guneş ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbata wî ve ji Saziya Tipa Edlî (ATK) hat girtin. Ji bo ku bê veşartin cenazeyê Guneş ber bi Edenê ve hat rêkirin. Dema girtina cenazeyê Guneş Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Amedê Bunyamîn Şeker, rêveberên TUHAY DER, MED TUHAD-FED, HDP'a Amedê û gelek kes amade bûn. Dema verikirina cenazeyê Guneş girseyê timik dûrişmeya "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana zindanan" û "girtiyên siyasî rûmeta me ne" hatin berzkirin.    Polisan xwest mudaxaleyî girseyê bike. Di vê kêliyê de dayikek bi ser hişê xwe çû. Girseyê bi dûrişme û çepikan astengiya polisan şermezar kir.    Malbatên ku 30 roj in li Baroya Amedê Nobeta Edaletê digirin û îro nobeta xwe veguhestin ber ATK'ê bi van gotinan bertek nîşanî polisan dan: "Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin." û dûrişmeya "Halîl Guneş rûmeta me ye" berz kirin.