Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran 2021-12-15 19:28:27 AMED - Rapora pêşî ya otopsiya girtiyê nexweş Halîl Guneş ku jiyana xwe ji dest da nedan parêzeran.  Girtiyê nexweş Halîl Guneş ê ku nivîskar bû îro li Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind di hucreya yek kesî de ku dihat ragitin, bi awayek jiyana xwe ji dest daye hat dîtin. Cenazeyê Guneş rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê û piştî otopsiya demek dirêj hat kirin, cenaze ji bo were veşartin şandin Edeneyê cem malbata wî.    Hat zanîn ku ATK’ê bi hêceta “tê rastkirin” rapora otopsiyê pêşî nedaye parêzeran. Ji Rêveberên MED TUHAD-FED’ê parêzer Yusuf Çakas li gorî ku ragihand Halîl Guneş serê sibê di jimartina saet li heyşt û nîvan de hatiye hînbûn jiyana xwe ji dest daye û pişt re rakirine revîrê û agahî dane dozger.    PIŞTÎ SAET SISÊYAN CAREK DIN RANEBÛYE   Çakas wiha got: “Di hevdîtina li girtîgehê hat kirin de Halîl Guneş heta saet sisêyê şeve jî li odeya xwe ji kamerayê hatiye şopandin û heta wê saetê jî di nava nivînên xwe de xwe biriye û aniye. Ji ber tevger kiriye gotine tiştek jê nebûye û piştî saet sisêyan tevgerên wî bi dawî bûne, personel qey gotiye ku raza ye.”    Çakas destnîşan kir ku berpirsiyariya girtîgehê di mirina Guneş de heye û çawa dibe ku girtîgeh girtiyek wiha nexweş bi tenê û bêxwedî dihêle û ew ê vê yekê qebûl nekin.