Ji bo Akkuş şîn hat dayîn 2021-12-15 19:36:20   AMED - Ji bo endamê HPG'ê Veysel Akkuş ê ku li Sêrtê di encama bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Rezanê şîn hat dayîn.    Endamê HPG'ê Veysel Akkuş li bejahiya Sêrtê di 22'yê cotmehê de di encama bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dabû û duh cenazeyê wî li gundê Spenî bi ser navçeya Licê ve hat veşartin. Ji bo Akkuş îro li navçeya Rezanê ya Amedê şîn hat dayîn.    Endam û rêveberên MEBYA-DER, DBP, HDP'ê û welatiyan serdana şînê kirin û ji malbatê re sersaxî xwestin. Ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.