Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin 2021-12-15 19:43:48   ŞIRNEX - Hevşaredarên Silopiya Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk ji ber gilîkirinek li ser CÎMER'ê derbarê wan de hatibû kirin, hatin darizandin.    Hevşaredarên Silopiya yên HDP'yî Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk hatin darizandin. Derbarê hevşaredaran de li ser CÎMER'ê gilî hatibû kirin. Piştî vê gilîkirinê dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lêpirsîn dabû destpêkirin. Danişîna ewil a hevşaredaran li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin.    Adalet Fîdan berê jî bi îdiadya "endamtiya rêxistinê" hatibû darizandin û tevî ku ji vê dozê hatiye beraetkirin jî lê ew dosye li dosyeya niha hat zêdekirin.    Hevşaredar û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Di darizandinê de hat dîtin ku hevşaredar ji ber xebatên xwe yên siyasî ku beşdarî şahî û çalakiyên partiya xwe HDP'ê bûne kirine mijara sûc. Piştî parastinan dadgehê danişînê taloqî meha adarê kir.