‘Derbarê polîsên îşkence li xwendekaran kirine de lêpirsîn nayê destpêkirin’ 2021-12-16 09:12:15 STENBOL - Parêzer Baran Albayrak, diyar kir ku derbarê polîsên di binçavan de îşkence li xwendekaran kirine gilî kirine, lê lêpirsîn nehatiye destpêkirin û divê li şûna xwendekaran, polîs werin darizandin.  Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê tayînkirina qeyûm Melîh Bulu û Nacî Încî yê tayînî şûna wî hatibû kirin protesto kiribûn. Doz li sedan xwendekaran hatibûn vekirin. Gelek xwendekar di binçavan de bi îşkenceyê re rûbirû mabûn. Xwendekar û parêzerên xwe li hember vê îşkenceyê serlêdanan dikin û gilî dikin lê dozger û dadger piştguh dikin û serê xwe bi vê yekê naêşînin.    Yek ji parêzerên xwendekaran endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Baran Albayrak pêvajoya hiqûqî nirxand û got tayînkirina qeyûman li dijî rêxistina xweser û demokratîk a zanîngehan e. Albayrak diyar kir ku xwendekarên li dijî tayînkirina qeyûman derketin bi îşkenceyê û muameleya xerab hatin binçavkirin.     ÎŞKENCEYÊN GIRAN    Albayrak da zanîn ku xwendekarên hatibûn binçavkirin bi îşkenceyên pir giran re rûbirû mabûn û xwendekar bi pêkanîn û êrişên kêfî yên polîsan rûbirû man. Albayrak anî ziman ku ji ber daraz ketiye bin kontrola îqtidarê tu tiştekî derbarê van polîsên îşkenceyê dikin de nake.    GILIYÊ POLÎSAN KIRINE LÊ BÊENCAM MAYE    Albayrak anî ziman ku derbarê polîsên îşkenceyê li xwendekaran kirine de gilî kirine lê belê tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û got: “Divê nexwendekar li ser kursiyê bersûc rûnê, divê polîs li ser wan kursiyên bersûcan rûnin. Divê li şûna xwendekaran, polîs werin darizandin. Lê belê dozger derbarê van gilîkirinên me de tu tiştekî nade destpêkirin. Polîsan naxe ber lêpirsînê. Polîs tên parastinê û bêceza tên hiştinê.”   MA / Mehmet Aslan