Koç: Xalên ‘tarî’ yên Komkujiya Konyayê nehatin lêkolînkirin 2021-12-16 09:12:52   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç ê hiqûqzan diyar kir ku xalên “tarî” yên Komkujiya Konyayê nehatine ronîkirin û mudaxileyî dozê tê kirin.    Danişîna ewilî ya doza Komkujiya Malbata Dedeogullari ya li navçeya Merama Konyayê di 30’ê Tîrmehê de pêk hatibû, di 14’ê kanûnê de li Dadgeha Konyayê hat lidarxistin. Di danişînê de parêzeran û xizmên malbatê diyar kirin ku têkildarî komkujiyê lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin.    Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç ê hiqûqzan ku danişînê şopand derbarê dozê de axivî.    Parlamenter Koç anî ziman ku ji ber êrişek nijadperest pêk hat doz jî bûye aydê raya giştî û got: “Ew çi dikin bila bikin, ev êrişek nijadperest e. Wê encama wê neguhere. Ev jî atmosfera siyasî ya Tirkiyê nîşan dide.”    ‘MUDAXILE LI DOZÊ TÊ KIRIN’    Koç destnîşan kir ku îşaretên cidî hene ku qatil bi xwe û hêzên li pişt wî nehatine lêpirsînkirin û got: “Kujer telefona xwe gelek caran reset kiriye. Çûye li hotêlên luks maye. Derbarê hêzên fînanseker kî ne de xalên tarî yên mezin hene. Ev yek nehatiye lêkolînkirin. Gelek xalên tarî nehatine lêkolînkirin. Peywîra dozger û darazê ye ku lêkolîn bikin. Lê belê bi qasî ku me di danişînê de dîtiye, dozger dema ku belgeyek hebe jî ji Wezareta Dadê destûrê dixwaze. Mudaxileyî vê dozê tê kirin. Mîna doza Kobanê. Çawa ku di dosyaya kuştina Denîz Poyraz de nehat ronîkirin, xalên tarî yên vê dozê jî nayên lêkolînkirin. Di rastiyê de ev rewş tê wê wateyê ku li pêşiya gelên Tirkiyeyê xeteriyek rast derdikeve holê. Eger êrişên nîjadperest bi vî rengî bi polîtîkaya bêcezakirinê re rûbirû bimînin, kî zane em ê sibê an roja din bi çi re rûbirû bimînin."    MA / Zemo Aggoz - Bêrîvan Altan