Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin 2021-12-16 11:21:34   STENBOL - Nûçegihanê me Mehmet Aslan ê ku 5 mehan girtî hatibû darizandin, hat beraetkirin.    Nûçegihanê ajansa me Mehme Aslan ji ber nûçeyên çêkiribûn û hevdîtina li gel çavkaniyên nûçeyan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “girseyan rakiriye ser pêyan” 5 meh girtî hatibû darizandin. Aslan di 26’ê gulanê de hatibû berdan. Danişîna biryarê ya doza Aslan li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Aslan û parêzerê xwe Ozcan Kiliç beşdarî danişînê bûn. Dozger mutalaya beraetê dubare kir. Aslan jî parastina xwe kir û xwest were bereatkirin. Parêzer Kiliç jî xwest miwekîlê wî were beraetkirin.   Şandeya dadgehê jî biryara beraeta Aslan da û qedexeya wî ya derketina derve jî rakir.