Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin 2021-12-16 11:24:11   AMED - Kêliya cenazeyê girtiyê nexweş Halîl Guneş biribûn ATK’ê gelek malbat li wir kom bûn û bertek nîşanî xemsariya îqtidarê dan û gotin: “Em ne cenazeyan em zarokên xwe dixwazin.”    Girtiyên nexweş nayên berdan, li heps û zindanan di şert û mercên giran de tên ragirtin û yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Girtîgeh, nexweşxane û Saziyên Tiba Edlî (ATK) raporên neyînî didin ango raporên girtî “dikare di hepsê de bimîne” didin û adeta girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Ji ber vê xemsariya saziyên darazê di nava 2 rojan de sê girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Girtiyê nexweş Abdulrezak Suyur (56) li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê, Halîl Guneş li Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind û Salîh Togrul ê ku girtîbû û di sala 2014’an de ji ber nexweş felç bûbû hat berdan, li nexweşxaneyek Mêrsînê jiyana xwe ji dest dan.       HEJMARA DERKET 684'AN    Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 604 jê rewşa wan giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Her wiha di 10 salên dawî de 682 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Bi mirina du girtiyên nexweş ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan ev hejmar derket 684’an. Ji bo ku êdî darbestên girtiyên nexweş ji girtîgehan dernekevin hewldanên rêxistinên civakî yên sivîl, parêzvanên mafê mirovan û malbatan berdewam dikin.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane û nayên berdan 31 roj in li Baroya Amedê, Nobeda Edaletê dane destpêkirin. Duh dema van malbatan bihîst ku Halîl Guneş jiyana xwe ji dest daye, berê xwe dan ber ATK’a Amedê û nerazîbûn nîşanî xemsariya rayedaran dan.    ‘BÊEDALETIYEK WIHA LI TU DEVERÊ TUNE YE’   Încî Guler a ku birayê wê Abdulselam Guler nexweş e û li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D tê ragirtin û ji bo wî di Nobeda Edeletê de nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Ji bo ku cenazeyên me ji girtîgehan dernekevin, meheke em di nobedê de ne. Lê belê me di rojekê de agahiya mirina du girtiyan wergirt. Bi qasî nayê vegotin em xemgîn in. Bêdaletiyek wiha li tu devera dinyayê tune ye. Em dixwazin girtiyên nexweş werin berdan. Lê îro em du cenazeyan radikin. Ev bêedaletî gelek me xegîn dike. Em gazî Wezareta Dadê dikin; qanûnan di ber çavan de derbas bikin. Kîjan ewlet ewqasî girtiyên nexweş girtî dihêle? Çawa dibe ku ATK dibêje ‘bila di girtîgehê de bimînin’. Kîjan desteya tibê vê biryarê dide? Em wan şermezar dikin. Çimkî ev şerma herî giran e.”   FIKARÊN MALBATAN ZÊDETIR DIBIN    Reşahat Ada ya xwişka girtiyê nexweş Hamdusena Ada yê li Girtîgeha Amedê Jimara 2’yan a Tîpa T tê ragirtin jî ji ber di rojekê de du girtiyên nexweş mirin e fikarên xwe anî ziman û got wan nobeda edaletê li dijî van mirinan daye destpêkirin. Reşahat Ada kêliya ku diaxivî xemgîn bû, giriya û wiha got: “Meheke em rûdinin û em her roj dibêjin ‘bila cenaze dernekevin’. Lê di mehekê de du cenaze hatin. Gelo heq û edalet ev e? Divê em neyên ber deriyên morgan û li benda darbestan nesekinin. Ji bo em bêdeng dimînin, îro li vir in. Em hemû malbatên girtiyan bi fikar in. Îro ev cenaze hat dibe sibê yê me were. Em naxwazin van xeberan bibihîzin. Lê em ê paş ve gavê neavêjin. Daxwaza me ya edaletê wê berdewam bike.”    'EM ZAROKÊN XWE DIXWAZIN’    Fevziye Kolakan a dayika girtî Ahmet Kolakan ku li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê Jimara 2’yan a Tîpa T tê ragirtin jî bang kir ku hemû girtiyên nexweş werin berdan. Kolakan destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û got: “Ew tedawî nakin bila berdin em ê tedawî bikin. Êdî bes e bila ev cenaze bi ser me ve neyên. Êdî em darbestan naxwazin. Em dibêjin bila cenaze neyên, lê cenaze bi ser me ve tên. Em vê zilmê qebûl nakin. Çavê wan vê zilmê nabîne? Em vê edaleta wan naxwazin. Em ne cenazeyan, zarokên xwe dixwazin.”   DAXWAZA EDALETÊ    Behiye Sevîm a ku xizma girtî ye jî bertek nîşanî biryara nebardana girtiyên nexweş da û wiha got: “Ev doktor çawa doktor in, çawa van biryaran digirin? Rewşa zarokên me pir giran e. Lê mîna ku tu tiştekî wan tune be raporan didin. Bi salan di girtîgehan de dimînin û bi qansêrê dikevin. Cezayê wan diqede jî lê nayên berdan û dixwazin poşmaniyê bi wan bidin qebûlkirin. Ev ne edalet e. Em edaletê dixwazin û heta edalet bicih were em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”    MA / Eylem Akdag