Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê 2021-12-16 11:47:02   MÊRSÎN - Cenazeyê Salîh Tugrul ê li girtîgehê felç bûbû û duh li nexweşxaneyek Mêrsînê jiyana xwe ji dest da, şandin bajarê wî Sêrtê.    Salih Tugrul 18 salan li girtîgehê mabû. Di sala 2007’an de du caran li ser hev krîza dil derbas kiribû. Nexweş ketibû û felç mabû. Wextê ku nexweş ket li Girtîgeha Sêrtê ya Tîpa E dihat ragirtin. Di 13’ê kanûna 2014’an de biryara berdana wî hat dayîn. Tugrul ê li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê tedawî didît, duh jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê û rêveberên TUAY-DER’ê cenazeyî wî ji morga nexewşxaneyê wergirtin û ji bo veşartinê şandin bajarê wî Sêrtê.