PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt 2021-12-16 11:51:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên PDK'ê bi blokên mezin Deriyê Sînor ê Sêmalka girtin.   Aliyê Pêşxabûr (Başûrê Kurdistanê) yê Deriyê Sînor ê Sêmalka serê sibehê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat girtin. Hêzên PDK'ê bi blokên mezin ên metal derî girtin. Rayedarên Deriyê Sînor ê Sêmalka ragihandin ku rayedarên PDK'ê bêyî daxuyaniyekê bidin pira Sêmalka girtin e.   PDK'ê beriya niha jî gelek caran Deriyê Sînor ê Sêmalka girtibû û ambargo danîbû ser xelkê Rojava.   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, PDK'ê karûbarên li deriyê sînor hemû rawestandiye.