Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin 2021-12-16 12:07:48   ŞIRNEX - HDP’iyên bi hedefnîşandana Wezîrê Karên Hundir li Şirnexê hatibûn binçavkirin û berdan, diyar kirin ku di bin çavan de polîsan li wan dane, heqaret li wan kirine, gef li wan xwarine û pirsa ‘te çima axa kuşt” lê kirine.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, di axaftina xwe ya di Lijneya Giştî ya Meclîsê de, têkildarî cerdevanê kevin Tahîr Guven ê di 4’ê Mijdarê de li Cîzirê hatibû kuştin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef nîşan dabû. Piştî axaftina Soylû polîsan bi awayekî hem wext bi ser avahiya HDP’a Cizîrê û li navenda Şirnexê, navçeyên Cizîr û Silopiya bi ser gelek malan de girti bûn. Ji 30 kesên hatin binçavkirin 10 jê hatin girtin, 8 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 12 jî hêj li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê tên ragirtin.    Hat diyarkirin ku di bin navê “sohbetê” de bê parêzer li odeyên cuda ji aliyê endamên îstîxbaratê ve îfadeyên welatiyên hatine berdan hatine wergirtin. Welatiyan têkildarî tiştên di bin çavan de polîsan anîn serê wan serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê dan û daxwaza alîkariya hiqûqî kirin.    Rêveberê HDP’ê yê navçeya Cizîrê Botan Em û endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ridvan Turel ên ku di 11’ê Kanûnê de hatibûn binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan, serpêhatiyên xwe yên dema binçavkirinê vegotin.    Botan Em diyar kir ku sibeha 11’ê Kanûnê dema ji bo kirîna cixareyê diçû bazarê hatiye binçavkirin û piştî ku nasnameya wî hate standin polîsan anonsa “kesê em lê digerin me dît” di bêtêlê de derbas kirin. Em, anî ziman ku di demên dawî de destê wî şikestiye û ji ber ku ew nû ji alçiyê derxistibû gotiye polîsan kelemçeyê li destê wî teng nekin lê belê polîsan kelemçe teng kirine û ji ber vê sedemê destê wî werimiye. Em, bi lêv kir ku piştî hat binçavkirin demekê di wesayîta zirxî de hatiye sekinandin û di vê navberê de polîsan zexta psîkolojîk lê kirine.   BI KELEMÇE MÛAYENE KIRIN   Em anî ziman ku pişt re ew ji bo kontrolê birin nexweşxaneyê û polîsan bi darê zorê xwestiye serê wî bi tewînin. Em, dazanîn ku dema di mûayeneya bijîjk de destên wî bi kelemçe bûn, polîs li cem wî bûn û dema li dijî vê yekê derketin jî polîsan bi gotina ‘ne axivin heke ez ê we bikujim’ gef li wan xwarine. Em, diyar kir ku piştî kontrola tenduristiyê ew birine Miduriyeta Polîsan a Cizîrê û wiha got: “Li vir du caran îfadeya min girtin. Cara ewil ji min pirsên ez çima diçim HDP’ê, li partiyê çi karî dikim û dema qedexeyên derketina derve de ez li ku bûm pirsîn. Pişt re pirsa malbata min kirin. Piştî vê hevdîtinê ez 3 caran birim qata 3’yemîn. Dema min pirsa ev îfadeye ji wan pirsî bersiva ‘tenê em sohbet dikin’ dan. Min ji wan re got ez naxwazim sohbet bikim ev bê hiqûqî ye û parêzerê xwe dixwazim. Li ser vê yekê ji min re xeber gotin û bi lêdanê ez ji odeyê derxistim.”   ‘BI PÊLAVAN LI MALÊ GERIYAN’   Endamê Meclîsa Ciwanan a Şirnexê yê HDP’ê Ridvan Turel (23) ku bi şertê kontrola edlî hate berdan diyar kir ku sibeha 11’ê Kanûnê polîsan bi ser mala wî de girtine û ew binçav kirine. Tûran, bi lêv kir ku di serdegirtinê de polîsan çek dirêjî wî û ferden malbatê kirine û wiha got: “Dema serdegirtinan de polîs bi pêlavên xwe di nava malê de geriyan. Bavê min got ‘em nimêj dikin, an pêlavên xwe ji piyên xwe bikin an jî galoşan li pêlavên xwe bikin.’ Ligel vê yekê polîsan bi pêlavên xwe yên qirêj lêgerîn domandin. Pişt re ez li wesayîta zirxî siwar kirim û birin miduriyeta polîsan.” Turel, da zanîn ku polîsan weke saet 10’an ew birine nexweşxaneyê, bi darê zorê serê wî tewandine û bi destên kelemçe hatiye mûayenekirin û pişt re dîsa ew mirine miduriyeta polîsan.   ‘BI PÊHN Û ŞIMAKAN LI MIN XISTIN’   Turel, anî ziman ku 3 caran îfade ji wî hatiye wergirtin, di vê navberê de parêzer li cem wî nebûne û wiha got: “Kesên ku ez fikirîm endamên îstîxbaratê ne ez birim qata 3’yemîn. Çawa ku ez birim odeyê, rasterast pirsa “Te çima axa kuşt?” kirin. Min ji wan ra got ku tu eleqeya min bi vê ra tune ye, min di nûçeyan da dît û wê rojê ez li mêvandariyê bûm. Ez bi sûcdariyên bêbingeh re rûbirû mam. Dema min got tu eleqeya min bi vê re nîne, bi pêhn û şimakan li min xistin û heqaret li min kirin. Pişt re qala malbata min kirin û gotin hûn hemû ‘terorîst’ in. Piştî vê bi zêdetir bi ser min de hatin û li min xistin. Her cara ku min parêzerê xwe dixwest gef li min dixwarin ku heke tiştên biqewimin parve bikim wê dîsa li min bixin.”   MA / Omer Akın