Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike 2021-12-16 13:21:47   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, ev tişt got: "Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike. Em daxwaza edaletê dikin û dixwazin ku faîl cezayên pêwîst bigirin."   Li navçeya Pirsûs a Rihayê, di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişê malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar ku di vê êrişê de hevjîn û 2 kurên xwe winda kir, di 9'ê adarê de bi kurê Ferît Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kir. Nobeta malbatê di roja 283'yan de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar îro jî ji mala xwe ya Pirsûsê hatin ber Edliyeyê û bi dovîza "Em edaletê dixwazin" li "Goşeya Edaletê ya Malbata Şenyaşar" dest bi nobetê kirin.   Ferît Şenyaşar, diyar kir ku Nobeta Edaletê di bin "zilmê" de berdewam dike û anî ziman ku li Rihayê qanûn ne di meriyetê de ne. Şenyaşar, bi lêv kir ku bêedaletiya li dijî wan ji aliyê gelek beşên civakê ve tê dîtin û wiha got: "Serdozger û dozgerê dosyayê ji ber ku alî digirin nabînin. Prensîba serxwebûna hiqûqê tê binpêkirin. 3 mirovên me li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi çekan hatin lînçkirin û kuştin. Di ser komkujiyê re 3 sal û 5 me4h derbas bûn lê girtin tune ye. Dozgeran deriyan li me girtine, Henekê xwe bi me dikin."   Şenyaşar, bal kişand ser anîna rojevê ya bêedaletiya li dijî wan a parlamenterên muxalefetê ya li meclisê û wiha axivî: "Ez bangî Serokê Meclisê û Wezîrê Edaletê dikim; ev bêedaletî Tirkiyeyê tune dike. Em daxwaza edaletê dikin û dixwazin ku faîl cezayên pêwîst bigirin. Bila birayê min ê girtî Fadil Şenyaşar bê berdan. Heta ku edalet pêk bê wê têkoşîna me bidome."   'HÛN BÊEDALET IN'   Malbatê, li ser hesabê xwe yê twîtterê bi Hashtaga "#HûnNeXwecihîNejîNeteweyîNe bêedalet in (#NeYerlisinizNeMilli adaletsizsiniz)" ev parvekirin kir: "Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê çavdêriya bijîjkê beşa lezgîn. Îfadeya wÎ ya li dzogeriyê bi hûrgilîtir e. Dozgerê ku bi fermanê hat cihê bûyerê, ji ber ku got faîlî meçhûl bi awayekî vekirî alî girtiye, dibe hevparê sûcê mirovahiyê."   Malbatê li vê parvekirinê wêneyê peyamên kedkarekî tednuristiyê ku derbarê komkujiyê de parve kiribû jî zêde kir. Kedkarê tenduristiyê di parvekirina xwe de dibêje ku êriş organîzekirî ye û derbarê kêliya komkujiyê agahî dide.   VEXWENDINA BER EDLIYEYÊ   Her wiha malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn ku wêneyên xwe yên serdana esnafê taxa Yenîşehîrê parve kiribû jî vexwend ber Edliyeya Rihayê û ev şîrove kir: "Dayikek ku li ber Edliyeya Rihayê nobet digire heye. Birêz Waliyê min dayika ku li edaletê digere ji bîr nekin."