Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir 2021-12-16 14:33:53   AMED - Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya û Selman Tanrikûlû binçav kir.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi sûcdariya "Li ser navê rêxistinê tevlîbûna bername û çalakiyan" lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polisan li Amedê bi ser malan de girtin û Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TÛHAD-FED) Emîne Kaya û siyasetmedar Selma Tanrikûlû binçav kirin. Polisan Kaya û Tanrikûlû birin Şaxa TEM'ê Miduriyeta Polisan a Amedê.