Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e 2021-12-16 14:45:55   STENBOL - Di danişîna doza parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de şahid Erol Tiryakî hat guhdarîkirin û diyar kir ku ew tu parêzerî nas nake û got: “Ev komploya emniyetê ye. Min derbarê vê yekê de gilî kiriye.”    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmut Taşçi û Mehmet Selîm Okçuoglu bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin. Danişîna duyemîn a doza parêzeran li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Parêzer Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Serokê dadgehê yê heyî ji ber ku bi destûr bû şandeyek din li dozê nihêrî.    JI HEMAN SÛCDARIYÊ CAREK HATIYE BERAETKIRIN    Ewilî parêzer Înan Akmeşe parastina xwe kir û diyar kir ku ew parastinên danişîna berê ya parêzeran kiriye dubare dike û got: “Sûcdariya derbarê me de hevdîtina li Îmraliyê ye. Ez jî çar pênc caran çûme hevdîtinê û van wek sûc dîtine. Ez sûcdariyên wiha qebûl nakim. Di dema xwe de em bi heman sûcdariyan li dadgeyên rayedariya taybet, hatibûn darizandin. Ez hatibûm beraetkirin. Hevdîtina min jê beraet kiribû û hevdîtina niha ez jê têm sûcdarkirin, heman hevdîtin e.”    TEMAMÎ LI HEV ANÎNE    Akmeşe anî ziman ku beyanên şahid ên di derbarê wî de bi temamî li hev anîne û tenê wî carek vî kesî bihîstiye û ji ber birayê wî di dosyeyekê de hatiye darizandin navî wî bihîstiye. Akmeşe got ji bilî beyanên şahidê navê wî vekirî, ew beyanên şahidê veşarî qet qebûl nake.    DOZEK DEK Û DOLAB E    Parêzer Faîk Ozgur Erol diyar kir ku ev doza li hember hevalên wan parêzer hatiye vekirin dozek bi dek û dolab e û piştî deh salan radibin hevdîtinan dikin mijara darizandinê.    ‘MAFÊ PARASTINÊ TÊ BINPÊKIRIN’    Parêzer Baran Dogan ê ku tê darizandin jî parastna xwe kir û got: “Ev pergala bêhiqûqiya Tirkiyeyê ye. Min nêrî çima ev doz li min hatiye vekirin. Min li lîsteya parêzerên çûne Girava Îmraliyê mêze kir. Ji her kesî re doz hatiye vekirin. Parêzerên ku diçin Îmraliyê weke 'endamên rêxistinê' tên dîtin. Lê belê di eslê xwe de em dibînin ku mafê parastinê yê mirov tê binpêkirin. Ez dubare dikim; Bi dozên ku li me tên vekirin mafê parastina Abdullah Ocalan tê binpêkirin. Ocalan kesayetek siyasî ye. Parêzerên wî diçin cem wî û gelek caran mafê parêzeriyê ji ber sedemên cuda tê astengkirin.”    ‘HÛN NIKARIN OCALAN CEZA BIKIN’    Dogan anî ziman ku Ocalan di nava kesayetên herî girîng ên cîhanê de cih digire û wiha got: “Parêzer çima diçin Girava Îmraliyê? Tu mirovekî digirî û dikî giravekê ku bi tenê bimîne, tu dibêjî em ê cezayê te bibirin. Hûn nikarin ji biryara dadgehê zêdetir bi cih bînin. Ji biryara dadgehê zêdetir Ocalan tê cezakirin. Têkiliya wî bi malbata wî bi parêzerên wî re nîne. Tecrîd heye. Niha mafê kesekî wiha heye ku berevaniyê bike yan na? Mafê kesekî wiha heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike yan na? Mafê parastinê ne mafekî ku di her kêliyê de bê rakirin e. Ev maf mafekî teqez û pîroz e. Ev maf nikare ji kesekî were guhertin. Lewma divê mafê parastinê bê parastin. Astengkirina çûn û hatina Îmraliyê rasterast destwerdana mafê parastina muwekîlê me ye."   ZILM HEYE    Dogan da zanîn ku di lêpirsîn û dozgeriya Ocalan de neheqiyên ku hatine kirin dikarin wekî ders ji bo xwendekarên hiqûqê bên dayîn û got: "Em biz ilmek felaketî re rûbirû ne.”    TIRYAKÎ: EZ KESÎ NAS NAKIM    Pişt re şahidê dozê Erol Tiryakî yê li Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 4’an a Tîpa T’yê tê ragirtin bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) hat guhdarkirin. Şandeya dadgehê ji Tiryakî pirs kir ku kîjan “bersûcan” nas dike. Tiryakî diyar kir ku ew kesî ji wan nas nake. Şandeya dadgehê beyanên ku Tiryakî li ser parêzeran daye pirsî. Tiryakî vê carê diyar kir ku ew dixwaze bi kurdî parastina xwe bike. Li ser vê yekê dadgehê xwest danişînek din parastina wî were girtin. Li ser îtîraza parêzeran wergêr anîn û li Tiryakî hat guhdarkirin.    KOMPLOYA EMNIYETÊ    Dadgehê carek din navê parêzerên tên darizandin yek bi yek ji Tiryakî pirsî. Tiryakî carek din got ew kesî nas nake û wî derbarê beyanên jê hatine wergirtin gilî kiriye û got: “Ev komploya emniyetê ye. Min giliyê polîsan kir.”    Piştî parastinan şandeya dadgehê ji bo di danişîna pêş de dîsa li Erol Tiryakî û Recep Sade yên şahid in were guhdarîkirin, danişînê taloqî 17’ê adara 2022’yan kir.