Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn 2021-12-17 10:35:23   EDENE - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Turkoglûyê ava gerim nadin girtiyan.    Baran Gul ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Turkoglû ya Mereşê girtî dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihandin.  Gul, diyar kir ku ava gerim nadin wan, kesên ku du caran derzî nebûne dernaxînin hevdîtinê û wiha got: “Hevdîtin bi 20 deqîqeyan tê sînorkirin. Di hevdîtinan de ji me re dibêjin ‘hûn malbatên xwe hembêz nakin û destên wan nagirin’ Zexteke mezin li ser me heye.”