Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê! 2021-12-17 11:50:40   ÎZMÎR - Endamê Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê parêzer Halîl Coşkun bi hevalê qawîşê yê Abdulrezak Suyur ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest da re hevdîtine kir û diyar kir ku Suyur rakirine nexweşxaneyê lê nehatiye dermankirin û randevûya wî taloqî 3 meh şûn ve kirine û 3 meh dereng wî sewqî nexweşxaneyê kirine.    Abdulrezak Suyur ê li Girtîgeha Şakrana Alîagaya Îzmîrê ya Tîpa T’yê girtîbû û nexweşîna penceşêrê lê peyda bûbû, di 14’ê kanûn3e de bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina Suyur hûrguliyên nû derketin holê. Ew bi nexweşîna penceşêra lenfe ketiye û beriya bimire 12 roj berê wî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê. Di otopsiya pêşîn a Suyur de îfadeya “mirina bi guman” hat nivîsandin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Halîl Coşkûn bi hevalê qawîşê yê Suyur, Hurşît Çetîn re hevdîtin pêk anî.    Coşkûn diyar kir ku hevalê Suyur, Hûrşît Çetîn jê re gotiye nîşaneyên penceşêra lenfe 6 meh berê bi Suyur re derketiye û bi lezgînî wî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çîglî. Coşkûn anî ziman ku Hurşît Çetîn gotiye ji ber randevûya doktor tije bûye Suyur muayene nekiriye û randevu taloqî 3 meh şûn ve kiriye û wî şandine girtîgehê. Coşkûn destnîşan kir ku Hurşit Çetîn gotiye Suyur sê meh şûn ve serî li revîra hepsê daye û gotiye wextê randevûya wî hatiye lê belê doktorek bi navê Fatîh ê li revîra nexweşxaneyê gotiye randevûya wî ne sê meh şeş meh taloq danê. Coşkûn anî ziman ku Hurşît Çetîn daye zanîn ku Suyur neçar maye ku 3 mehên din jî bisekine û di vê demê de di sîng û qirika û laşê Suyur de werimandin çêbûne û her ku çûye rewşa wî xera bûye.    DU MEH BERÊ REWŞA WÎ GIRAN BÛYE    Coşkûn da zanîn ku ji ber di vê demê de teşhîsa Suyur nehatiye kirin nexweşîna wî bi pêş ve çûye û rewşa Suyur 2 meh berê giran bûye wî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê. Coşkûn diyar kir ku li nexweşxaneyê teşhîsa penceşêra lenfê hatiye diyarkirin û bêyî ku tedawiya wî were kirin derman jê re nivîsandine û wî dîsa şandine girtîgehê. Coşkûn anî ziman ku li vegera nexweşxaneyê Suyur ji ber Kovîd-19’ê 14 rojan di karantînayê de hiştine û pişt re avêtine hucreya yek kesî. Coşkûn da zanîn ku piştî Suyur avêtine hucreya yek kesî her ku çûye rewşa wî xerab bûye û tevî vê rewşa giran jî nehatiye tedawîkirin.    NIKARIBÛYE LI XWE BINÊRE    Coşkûn anî ziman ku Hurşit Çetîn gotiye ji ber ku Suyur nikaribûye li xwe binêre bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kirine ku Suyur bigirin cem xwe lê belê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin û gotine ku wê kesekî bişînin cem wî. Coşkûn diyar kir ku Hurşît Çetîn li ser vê yekê girtiyê bi navê Mehemt Kutlî şandine cem Suyur û nêzî du mehan li cem wî maye û derbarê geşedanên dawî agahî ji Kutlî negirtine û ji ber ew jî di hucreya yek kesî de tê ragirtin.    ‘JI MIRINA SUYUR GIRTÎGEH BERPIRSIYAR E’    Coşkûn destnîşan kir ku derbarê van geşedanan de wê bi Mehmet Kultî re hevdîtin bikin û hemû hûrguliyên bûyerê jê hîn bibin. Coşkûn da zanîn ku ji mirina Suyur rêveberiya girtîgehê berpirsiyar e û li gel ku Suyur nexweşek giran bûye jî nehatiye dermankirin û ev jî xemsariya dewletê yanî girtîgehê nîşan dide û sûc kirine. Coşkûn anî ziman ku ew ê derbarê kesên li hember Suyur xemsar tevgeriyane gilî bikin û pêvajoyê bişopînin.    MA / Hakan Yalçin