Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin 2021-12-17 12:20:43 STENBOL - Polîsan li Stenbolê bi ser malên endam û rêveberên HDP’ê de girtin û 12 kes binçavkirin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin de li Stenbolê bi ser malên endamên rêxistinên navend û navçe yên HDP’ê de girtin. Polîsan di serdegirtinan de endam û rêveberên HDP’ê Alî Goregen, Hakîm Goregen, Mehmet Varsli, Îsmaîl Gulen, Abdûllah Teymûr, Evren Demîr, Cevdet Yeşîlkaya, Mûstafa Karavar, Metîn Goksû, Aydin Kurekçî, Kahraman Ozgun binçav kirin.    Hat hînbûn ku di çarçoveya heman lêpirsînê de rêveberê HDP’ê yê berê Bakan Dûman jî li Qersê hatiye binçavkirin û wê wî bînin Stenbolê.