Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye 2021-12-17 12:21:05   AMED - Sibê li Amedê mitînga bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” tê lidarxistin û amadekariyên mitîngê temam bûn.    Bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) sibê li Meydana Îstasyonê ya Amedê  bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” mitîngek tê lidarixstin. Sibê bi heman dirûşmê wê hem li Amedê û hem jî li Îzmîrê mitîng were lidarxistin. Li Amedê rêxistinên civakî yên sivîl ku pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ne, partiyên siyasî û komele piştgiriyê didin mitîngê. Her wiha wê ji bajarên wek Mêrdîn, Riha, Şirnex, Sêrt û Batmanê jî karker û kedkar beşdarî mitîngê bibin. Amadekariyên mitîngê bi dawî bûn.    Mitîng wê li Meydana Îstasyonê saet li 13.30'an dest pê bike. Hunermend Metîn Kahraman jî wê derkeve ser dikê û konser bide.