Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir 2021-12-17 14:48:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Haydar Işik li bajarê Munîhê yê Elmanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.  Nivîskar Haydar Işik ku ev 6 sal in bi nexweşiya penceşêrê ketibû, di 84 saliya xwe de li mala xwe ya li Munîha Elmanyayê koça dawî kir.    Işik di 1'ê îlona 1937'an de li navçeya Nazimiyê ya Dersimê ji dayik bûye. Haydar Işık dema 70 salî bû, polîsên Elman bi ser mala wî de girtibûn û destê wî kelepçekirî derxistibûn dadgehê. Ji Işik re “terorîst” hatibû gotin. Işik ji Serokê Dadgehê re gotibû, “Dewleta we ya ku destekê didin Tirkiyê, kurdên berxwedêr terorîze dike. Qedexeya li ser PKK'ê didomîne. Bi vî rengî dibêje Tirkiyê, ‘hûn çi bixwazin dikarin bikin’. Zext û qedexeyên li Tirkiyê yên li ser kurdan îro li vir tê domandin. Heke ez ciwan bûma ez ê ne li pêşberî we, li çiyayên Kurdistanê bûma.''   ‘QIR KIRIN LÊ KURDAN XWE AFIRAND’    Işık li gel nexweşiya giran jî xweşbîn bû. Rojnamevan Ferda Çetîn di 30'ê Kanûna 2020'an de di gotara xwe ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de ev gotinên Işik nivîsandibû: ''Ne hewceye em reşbîn bin. Li cîhanê gelek tîran hatin û çûn. Qira kurdan anîn, koçber kirin. Lê kurdan dîsa xwe afirandin. Gelê me wê vê tarîtiyê ji ser xwe bavêje. Ez dixwazim diyar bikim rihê min li cem gelê min e, di êş, kêfxweşî, serkeftin, têkoşîna wan a Rojava de, li Efrînê, Kobanê, Qadên Parastinê yên Medyayê ye.''   PEYAMA SERSAXIYÊ    Federasyona Civakên Kurdistanî ya Elmanya FCK BW-Bayern ji bo Işık peyama sersaxiyê weşand. Di peyamê de wiha hat gotin: ''Li Kurdistanê bi avakirina civakeke wekhev, bi aştî,  demokratîk, em ê welatê azad ku Mamoste Haydar xeyala wê dikir pêk bînin û bikin ku rihê wî û gelek rewşenbîr û mirovên me yên fedakar şad bibe.''   Haydar Işik di sala 2015'an de di serdema pêvajoya çareseriyê de piştî 37 salan ji Elmanyayê hatibû bakurê Kurdistanê û serdana welatê xwe kiribû.