Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin 2021-12-17 16:57:57   ÊLIH - Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û diyar kir ku di bin navê lêgerîna bi hûrgulî de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê, li avahiya xwe têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Êlihê civîneke çapameniyê li dar xist. Hevserokên Şaxa ÎHD'ê û rêveberên wê tevlî civînê bûn. Di civînê de Parêzer Yûnûs Bagiş axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Êlihê ragihand. Bagiş, diyar kir ku di navbera mehên hezîran û kanûnê de derbarê binpêkirinên mafan de ji Girtîgeha Tîpa M a Êlihê û Giştîgehên Kampûsa Qubînê hem bi nivîskî hem jî bi devkî serî li wan hatiye dayîn û derbarê van binpêkirinan de hevdîtin kirine.    Di berdewamê de Bagiş da zanîn ku serlêdanan girtiyan hev digirin û got ku li gorî di bin navê lêgerîna bi hûrgulî de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin.    Bagiş, agahî da ku di meha çileyê de têkildarî binpêkirinên mafan dê raporek berfireh û bihûgulî parve bikin.