ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN 2021-12-18 09:00:39 * Li Gêxiyê bêyî ku li benda rapora ÇED'ê bê sekinandin dest bi karê madenê hat kirin. Gundî bertek nîşan dan û diyar kirin ku dê nehêlin qadên wan ên jiyanê bên texrîbkirin.  * Li Amedê welatiyan bertek nîşanî bihabûna fiyeta nan dan û gotin: "Mêrik 5 meaşan distîne, jiyan ji bo wî xweş e. Em nemane. Pêdivî bi guherîneke ji binî ve heye."    * Parêzvanên mafên mirovan bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku mifteya gergerîneka neçareseriyê ya ku welêt tê de ye li Îmraliyê ye.    * Malbata Dal  Karataş a ku meaşê kêm yê hat aşkerekirin qelem bi qelem ji hev veqetandin, destnîşan kirin ku nikarin debara xwe bikin û gotin: "Av, pêdiviya herî sereke ye, lê em wê jî qurto qurto vedixwin."    * Serokê Giştî yê PSAKD'ê û Cîgirê Serokatiya Giştî ya ABF'yê Muslum Metîn bertek nîşanî qedexekirina bibîranîna 43'yemîn slavegera komkujiya Mereşê dan û destnîşan kirin ku ji bo hesab kujeran bipirsin dê di 25'ê Kanûnê de li Mereşê bin.    * Halîme Înan, keça dayika Taybet Înan ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma destnîşan kir ku helbet dê roj bê hesabê vê bê pirsîn.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 285'emîn de berdewam bike.    * Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê wê li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza darizandina kujeran bikin. (12.00)     * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 873'yemîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî wê li Enqereyê wek her hefteyê balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (12.00)   * Şaxa ÎHD'a Îzmîrê wê li ber Sumerbanka berê ya li Konakê balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wê di roja 33'yemîn de li Baroya Amedê berdewam bike. (13.00-16.00)   * KESK wê li Meydana Îstasyonê ya Amedê û wê li Meydana Gundogdu ya Îzmîrê bi dirûşma "Em nikarin debara xwe bikin" mitîngan li dar bixe. (13.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê wê di hefteya 508'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li avahiya komeleyê li dar bixe. (13.30)