Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin 2021-12-18 10:18:56   RIHA - Parêzer Serdar Tum ê endamê OHD’ê diyar kir ku li Girava Îmraliyê hiqûq bi temamî hatiye xitimandin û ji bo fikarên civakî ji holê werin rakirin divê malbat û parêzer dikaribin hevdîtinê pêk bînin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê 22 sal in bi tecrîdek girankirî re rûbirû maye. 8-9 meh in agahî ji Ocalan û her sê girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin. Her ku malbata Ocalan û malbatên girtiyên û parêzerên wan serlêdana ji bo hevdîtinê dikin jî lê daxwaza hevdîtinê tê redkirin û bêbersiv tê hiştin.    ‘ARMANCA SEREKE TENÊ HIŞTIN E’    Koordînatorê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Serdar Tum ji ajansa me re axivî û astengiya hevdîtinên bi Ocalan re nirxand. Tum destnîşan kir ku ji roja ku Ocalan birine Girava Îmraliyê bi tecrîdek giran re rûbirû hatiye hiştin û wiha got: “Ev sepanên kêfî ne. Sepana tecrîdê dij mirovî ye. Armanca sereke ya tecrîdê ew e ku birêz Ocalan ji civakê veqetînin û bi tenê bihêlin. Vê yekê wek rêbaza tundiya derûnî bikar tînin. Ev rêbazek îşkenceyê ye. Em vê wek sûcê li dijî mirovahiyê dibînin.”    ‘LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ HATIYE XITIMANDIN’    Tum anî ziman ku astengiya li pêşiya hevdîtinên bi Ocalan re binpêkirina xalên 3’yemîn û 6’emîn ên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye û got: “Qedexekirina hevdîtina parêzeran pir eşkere binpêkirina mafê darizandina adilane ye. Mevzuatên neteweyî, peymanên navnetewî û biryarên tavsiyeya CPT’yê li ber çavan nayên girtin. Pir eşkere li dijî hiqûqê tê tevgerandin. Li Îmraliyê hiqûq bi temamî hatiye sekinandin.”   'DIVÊ FIKARÊN CIVAKÊ WERIN BIDAWÎKIRIN’    Tum destnîşan kir ku tecrîdê hemûy fikarên civakî kûr kirine û wiha got: “Pêwîste beriya her tiştî tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan were rakirin. Lazim e parêzer û malbat biçin hevdîtinê. Her wiha pêwîste şandeyek tenduristiyê ya serbixwe biçe Îmraliyê û kontrolên rûtin yên birêz Ocalan û her sê girtiyên din bike. Heta ku ev fikar ji holê neyên rakirin, wê fikara civakê jî bi dawî nebe.”   'TECRÎD BELAV DIBE’    Tum da zanîn binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi tecrîdê ve girêdayî ye û got: “Desteserkirina her cûre mafê li Îmraliyê, li tevahiya girtîgehan belav dibe. Ji ber vê yekê divê tevahiya raya giştî li dijî tecrîda li Îmraliyê deng derxe û bilind bike. Lewma divê şertên tecrîdê ji holê werin rakirin.”    MA / Mujdat Can