Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe 2021-12-18 16:51:46   AMED/WAN - Malbatên girtiyan ên li Baroya Amed û Wanê Nobeta Edalete digirin, xwestin ku Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 33’yemîn de berdewam bike.   Fevziye Kolakan a du lawên wê girtîne di nobetê de axivî û bi lêv kir ku ji bo kurê xwe Ahmet Kolakan ê di nav girtiyên nexweş de cih digire beşdarî nobetê bûye û bang li hemû malbatên girtiyan kir ku xwedî li zarokên xwe derkevin û tevlî çalakiya nobetê bibin.   Kolakan, bal kişand ser zextên ser girtiyan û wiha got: “Ev zilm ji bo çi ye. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Di pêvajoya dawî de 3 kesan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest da. Ev pêkanîn nayên qebûlkirin. Ez bang li Serokkomar, parlementer û raya giştî dikim, dengê me bibîhizin, ji vê zilmê re bêjin bes û piştgiriya me bikin.”   Pişt re xizma girtiyan Încî Guler jî bal kişand mirinên di girtîgehan de. Guler, bang kir ku zexta ser girtiyan bi dawî bibe û wiha got: “Divê demildest Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe û hewl bide wan bidin berdan.”   WAN   Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin jî di roja 10’emîn de berdewam bike. Rêveberên Komeleya Lêkolînê ya Goçê ya Serhatê serdana malbatê kir. Di serdanê de bal hat kişandin ser bêedaletiya li Tirkiyeyê û banga piştgiriya çalakiya malbatan hat kirin.