ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê 2021-12-19 09:00:13   * Ramazan Kalkan ku ji ber îşkenceyê çavekî wî kor bûye û 3 lawên wî di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane got: "Dê ev keda me, ev tiştên hatine serê me Kurdistanê azad bikin."    * Siyasetmedar Nûrsel Aydogan diyar kir ku Ocalan berxwedêrê herî mezin ê vê serdemê ye û dê deriyên Îmraliyê jî bi berxwedan û têkoşînê vebe. Her wiha Aydogan got: "Divê kurd hemû name ji CPT'yê re bişînin û daxwazên xwe ragihînin. Ger li vû tevgereke demokratîk çêbibe dê encam bê girtin."    * Ji rojnamevanên ku di çarçoveya "Doza Çepemniyê ya KCK'ê" de tên darizandin Kenan Kirkaya, anî ziman ku çapemeniya kurdî bi operasyonên hatin kirin paş de gav neavêtiye û rojnamevan Sadik Topaloglû jî got: "Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne."    * Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 289'an de berdewam dike.    * HDP'a Edenê bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî hevdîtinan ciwanan li dar bixe. (10.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbêlê, MATUHAY-DER û Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ), ji bo salvegera Komkujiya 19'ê Kanûnê li ber Girtîgeha Umraniyeyê dê daxuyanî bidin. (12.00)   * Wê KESK'ê bi şîara "Em nikarin debara xwe bikin" Li Enqere û Stenbolê mitîng li dar bixe. (13.00-13.30) (CANLI)   * Li Stenbol, Enqere û Rihayê ji bo salvegera Komkujiya 19'ê Kanûnê daxuyanî bên dayîn û komkujî bê şermezarkirin. (13.00-15.00)    * Sazî û Rêxistinên elewiyan wê li Îzmîrê ji bo statuya malên cemê civîna çapameniyê li dar bixin. (13.00)   * Platforma Zimanê Kurdî wê li Rihayê nûnertiyek vebike û têkildarî mijarê li Şaxa ÎHD'ê ya bajar civîna çapameniyê li dar bixe. (13.00)   * Li navçeya Silpopiya ya Şirnexê, Taybet Înan ku dema qedexeyên derketina derve hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê mabû bi bernameyekê bê bibîranîn. (13.30)   * HDK, ji bo salvegera Komkujiya Mereşê dê li navenda xwe ya giştî panelek li dar bixe. (16.00)