Aydogan: Dê deriyên Îmraliyê bi berxwedan û têkoşînê vebe 2021-12-19 09:03:37     STENBOL - Siyasetmedar Nûrsel Aydogan diyar kir ku Ocalan berxwedêrê herî mezin ê vê serdemê ye û dê deriyên Îmraliyê jî bi berxwedan û têkoşînê vebe. Her wiha Aydogan got: "Divê kurd hemû name ji CPT'yê re bişînin û daxwazên xwe ragihînin. Ger li vir tevgereke demokratîk çêbibe dê encam bê girtin."    Ji 25'ê Adarê ve xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin ku 23 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Her wiha hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê jî yan nayê bersivan din an jî gava tên bersivandin bi awayekî neyînî tên bersivandin.    Siyasetmedar Nûrsel Aydogan ku derbarê xebatên li Ewropayê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan de hin agahî parvekirin, destnîşan kir ku heya tecrîd bê rakirin dê bi dirûşmeya "Dem Dema Azadiyê ye" mîtîngan, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên nobetê li dar bixin.    BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN LI DIJÎ TECRÎDÊ   Aydogan, bal kişand ser cezayên dîsîplînê yên ji bo astengkirina hevdîtina bi Ocalan re wekî hincet tên nîşandan û got: "Henekê xwe bi aqilê mirov dikin. Ev nayê qebûlkirin. Halbûkî Wezareta Dadê gava qanûna înfazê pêk bîne dê Birêz Ocalan karibe hevdîtinê bi parêzerên xwe re û bi malbata xwe re bike. Lê niha li Tirkiyeyê îqtidareke faşîst heye. Ji dêvla çareserkirina meseleya kurdî, tasfiyekirin û qirkirin daniye ber xwe. Lê ger li hemberî tecrîdê têkoşîn û berxwedaneke mezin çênebe dê hevdîtin çênebin. Lewma divê her kes bibêje 'tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê'û dakeve qadan. Ev peywireje mirovî û wijdanî ye."    BERXWEDÊR HERÎ MEZIN Ê SERDEMÊ   Aydogan, bibîr xist ku gava parlementer bûye di 4'ê Mijdara 2016'an de hatiye girtin û 3 mehan di hucreyeke 13-14 metrekareyî de maye. Aydogan, destnîşan kir ku di wî sê mehî de bi awayekî pir aşkere dîtiye ku bê tecrîd çi rêbazeke îşkenceyê ye û got: Di dawiya meha sisêyan de min fêm kir ku pergala tecrîdê axaftinê jî bi mirovan dide jibîrkirin, lewma ez diçûm hewadariyê û min bang li hevalên li qawîşên din dikir. Te dî dibêjin heya neyê serê mirov, mirov fêm nake. Lewma naxwazim vê tecrîda 23 salan bifikirim. Min li Girtîgeha Sîlîvriyeyê rojnivîsk dinivîsî. Her roj difikirîm bê ka Birêz Ocalan çawa li hemberî vê pergala îşkenceyê deyax dike. Ger ne vîneke mezin, helwesteke bibiryar  be û ne xwedî berxwedaneke mezin be dê nikaribe di vê pergala îşkenceyê de îdare bike. Lewma Birêz Ocalan berxwedêrê herî mezin ê serdema me ye."    'DÊ BI HÊZA GEL GUHERE'   Aydogan, diyar kir ku Girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke ku bi hiqûqeke taybet tê birêvebirin û ji ber ku Tirkiye endamê konseya Ewropayê ye ji hêla saziyên wekî CPT'yê ve tê kontrolkirin. AYdogan, destnîşan kir ku çendî ku Konseya Ewropayê tecrîdê wekî pergaleke îşkenceyê pênase kiriye jî, lê ji bo guherandina şert û mercan tiştekî nake û got: "Lewma guherandina van şert û mercên hêzên ku pergala Îmraliyê ava kirine, bes dê bi hêza çalakiya demokratîk a gel pêk bê."    'FAŞÎZMÊ DÊ NIKARIBE VÊ HÊZÊ BIŞIKÎNE'   Aydogan, destnîşan kir ku ji ber ku xeber ji Ocalan nayê girtin fikarên kurdên li Ewropayê zêde bûne û got: "Mirov vê yekê di hemû kurdên polîtîk de dibîne. Hêrs û acizyeke mezin heye ji bo îqtidara tecrîd didomîne. Daxwazên wan ji CPT û Konseya Ewropayê hene. Lê wisa difkirin ku ev sazî jî gava mesele dibe kurd, durûtiyê dikin û berjwendiyên xwe esas digirin. Bîr û baweriya ji bo rakirina tecrîdê heye û ji bo vê jî her diçe têkoşînê xurtir dikin. Jixwe ya rast jî ev e. Faşîzmê hewl dide vê hêvî û biryrdariyê bişikîne, lê dê bi ser nekeve."    'DÊ ÇALAKÎ BIDOMIN'   Aydogan diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan piştî sala 2015'an veguheriye tecrîdeke mutleq û bal kişand ser nobeda "Azadî ji bo Ocalan " kurdên li Ewropayê ku 10 sal in li ber Konseya Ewropayê digirin. Aydogan, destnîşan kir ku ev çalakî di dîrokê de yek ji çalakiyên herî mezin ên sivîl in û got: "Li gel vê çalakiyê jî 5 sal in li ber CPT'yê çalakiyan li dar dixin ji bo balê bikişînin ser tecrîdê. Ewropa her tim li ser pêya ye li dijî tecrîdê û têkoşîneke demokratîk abaş dike."    'ZORÊ BIDIN CPT'YÊ'   Aydogan, bal kişand ser hevdîtin bi CPT'yê re jî ku hefteya borî hatibû kirin û got: "Me hevdîtin bi cîgirê serokê CPT'yê re çêkir. Kesê ku me hevdîtin pê re kir got dê çûna Îmraliyê daxilî nav rojeva civîna piştî hevdîtinê bi rojekê bike, lê dê derbarê encama wê de tu agahiyê parve neke. Ez wisa difikirim ku ger mifha îqtidarê tê de tune be dê nehêle malbat jî hevdîtinê bike. Mixabin li Tirkiyeyê ji ber şert û mercên faşîzmê çalakî pir nayên kirin. Lewma divê em zorê bidin van deran. Helbet heya CPT'î biçe Îmraliyê û daxuyaniyê bide dê çalakiyên me bidomin. A rast divê kurd hemû name ji CPT'yê re bişînin û daxwazên xwe ragihînin. Ger liv û tevgereke demokratîk çêbibe dê encam bê girtin."    MA/ Ferhat Çelîk