Ji bo derxistina ji lîsteya 'terorê' li Ekvadorê îmzeyan kom dikin 2021-12-19 11:33:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Ekvador Quittoyê, ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' ên YE û Amerîkayê bê derxistin, îmze hatin komkirin.   Insîyatîva Adaleta Navnetewî ya ji bo Kurdan, ji bo ku PKK ji nav lîsteya 'rêxistinên terorîst' ya Yekitiya Ewropa (YE) û Amerîkayê bê derxistin, li paytexta Ekvador Quîttoyê standên îmzeyê danîn.Di standan da ku Kolektîfa Deste El Margen daniye de ji bo ku PKK ji lîsteyê were derxistin îmze hatin komkirin. Standek jê ji bo fuara pirtûkan a li Qesra Carondeletê hate danîn û yek jê jî li kolana Reîne Vîctorîa hate danîn. Roja şemiyê îmze hatin komkirn û dê îro jî stand vekirîbe. Endamên Kolektîfê ji aliyekî ve îmzeyan kom dikin û ji aliyê dî ve jî behsa neheqiya li ser kurdan tê kirin dikin.