Îranê girtiyê kurd Kûrbanî darve kir 2021-12-19 14:20:41   IRAN - Îranê, girtiyê siyasî yê kurd Haydar Kûrbanî darve kir.      Li Îranê, girtiyê siyasî yê kurd Haydar Kûrbanî ku di sala 2016'an de ji ber "endamtiya xwe ya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) û muxalefeta xwe ya rejîmê" hatibû girtin û cezayê mirinê lê hatibû birîn, hat darvekirin.    Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw, ragihand ku Kûrbanî yê li nifûsa Kamyarak'ê qeyd kiriye û 3 zarokên wî hene li Girtîgeha Navendî ya Sînê serê sibehê saet di09.00'an de bi awayekî veşarî hatiye darvekirin.