Pirtûka ku nivîsa wî jî tê de ye nedan girtî 2021-12-19 14:40:43   MERSÎN - Pirtûka "Nivîsên Firar" ku ji nivîsên girtiyan pêk tê bi hinceta "bifikar" e nedan girtî Omer Ozdûrak ku nivîsa wî jî têde heye.    Pirtûka "Nivîsên Firar" ji nivîsên 38 girtiyan ji girtîgehên cuda pêk tê. Pirtûka "Nivîsên Firar" nedan nivîskarê wê yê li Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê girtî ye. Ji nivîskarên pirtûkê Omer Ozdûrak, ji berdevkê Kolektîfa Gorulmuşturê Adil Okay ku yek ji kesên pirtûkê amade kiriye ye re nameyek nivîsand û ragihand ku pirtûkê nedane wî. Ozdûrak, daye zanîn ku pirtûkê bi hinceta ku "bifikar" e nedane wî.