Qurbaniyên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bîr anîn 2021-12-19 15:05:24   ENQERE / STENBOL - Li Enqere û Stenbolê ji bo salvegera Komkujiya 19'ê Kanûnê civînên çapameniyê hatin li darxistin û qurbaniyên komkujiyên hatin bibîranîn.    Di 19'ê kanûna 2000'î de bi awayekî hemdem di bin navê "Operasyona Vegera li Jiyanê" de bi polis û cendirmeyan mudaxileyî 20 girtîgehên Tirkiyeyê hat kirin û komkujiyek mezin pêk hat. Di komkujiyê de 30 girtî û 2 hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo 21'emîn salvegera vê komkujiyê hem li Enqerê hem jî li Stenbolê civînên çapameniyê hatin lidarxistin û qurbaniyên kokujiyê hatin bibîranîn.    ENQERE   Li Enqerê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê, li avahiya xwe civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de Endama Lijneya Birêvebirina Navenda ÎHD'ê Nûray Mert axivî. Di destpêka axaftina de Mert, derbarê komkujiyê de agahî dan û diyar kir ku sûcê li dijî mirovahiyê pêk hatiye û berpirsyarên vê komkujiyê nehatine darizandin û di çarçoveya polîtîkaya bêcezahiştinê de tên darizandin.    Di berdewama axaftina xwe de Mert, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rêz kir û xwest ku berpirsên Komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin û cezakirin.    STENBOL    Li Stenblê jî Şaxa ÎHD'ê ya Stenbêlê û Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ) têkildarî Komkujiya 19'ê Kanûnê li ber Girtîgeha Ûmraniyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Me Komkujiya 19'ê Kanûnê ji bîr nekiriye em ê nedin jibîrkirin" hat vekirin. Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî. Yolerî, bi lêv kir ku hewla reşkirina delîlên komkujiyê hatiye dayîn û bi polîtîkaya becezahiştinê hatiye xwestin komkujî bê xelatkirin.    Yolerî, got ku heta berpirsan nedin darizandin dê komkujiyê nedin jibîrkirin.    Di berdewama axaftina xwe de Yolerî, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan îro jî li girtîgehan didomin û xwest ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin.