Wê li Rihayê mitînga "Niha Dema Edaletê" ye bê lidarxistin 2021-12-19 15:42:36 RIHA - Wê HDP li navçeya Pirsûsê, bi şîara "Niha Dema Edaletê" ye mitînga herêmê li dar bixe.    Wê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 25'ê kanûnê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li ser Sûka Zêrfiroşan a bi şîara "Niha Dema Edaletê" ye mitînga herêmê li dar bixe. Wê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş tevlî mitîngê bibin. Her wiha Koma Çiya jî di mitîngê de derkeve ser dikê û kilaman bibêje.   Rêxistina HDP'ê ya Rihayê wê sibê têkildarî mijarê civîna çapemaniyê li dar bixe.