'Divê dewleta Tirk hesabê Komkujiya Mereşê bide!' 2021-12-19 15:57:04   ENQERE - HDP, qurbaniyên komkujiya Mereşê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî û bang li dewletê kir ku bi vê komkujiyê re hevrû bibe.   Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari, ji bo 43'yemîn salvegera Komkujiya Mereşê ku di navbera 19 û 25'ê Kanûna 1978'an de pêk hatibû daxuyaniyeke nivîskî weşand û qurbaniyên kokujiyê bi bîr anîn.  Hatîmogûllari, diyar kir ku beriya 43 salan li Mereşê li dijî elewî, kurd û çepgiran komkujî hatiye kirin û wiha got: "Di encamê de zêdeyî sed kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî hezar kesî birîndar bûn, bi sedan mal û kargeh hatin xerakirin. Kesên ji Komkujiya Mereşê filitîn bi zext û zordariyê hatin koçberkirin."   HESAB NEHATIYE DAYÎN   Hatîmogûllari, destnîşan kir ku di encama komkujiyê de beşeke girîng a Mereşê ji elewiyan hatiye xalîkirin û demografiya herêmê hatiye guhertin û ev tişt got: "Hîn jî cihêkarî li elewiyan tê kirin. Di ser komkujiyê re 43 sal derbas bûn, lê belê hêzên ku xwe berdan nava kûrahiya dewletê hîn jî nehatihe aşkerakirin. Hesabê êşên hatine kişandin nehate dayin, lêborîn ji kesên ku xizmên wan hatin qetilkirin nehate xwestin.   HÎN JÎ GORA WAN TUNE YE   Ji bo edalet bi cih bê anîn, divê dewlet ji qurbaniyên vê komkujiyê bi taybetî jî ji elewiyan lêborînê bixwaze. Ji ber ku cesedên gelek mirovên di komkujiya Mereşê de hatin qetilkirin bi rengekî komî hatin binaxkirin, hîn jî goreke malbatan nîne ku karibin biçin serdanê. Avakirina Komîsyona Edalet û Heqîqetê li Meclîsê, wê ji bo ronîkirina sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirina mafên mirovan bibe gaveke girîng.   EM Ê QEBÛL NEKIN   Divê desthilatdariya AKP-MHP'ê û piraniya pêkhateyên meclîsê dest ji astengkirina ronîkirina rastiya vê komkujiyê berdin. Heta ku hesabê şerma bihurî neyê dayin, heta ku yên komkujî li elewiyan, kurdan û dewlemendiyên vê xakê kirine neyên aşkerakirin, heta ku berpirsyar neyên mehkûmkirin demokratîkbûn jî pêk nayê. Desthilatdariyê îsal jî destûr neda bîranîna Mereşê û nîşan da ku hîn xwedî zîhniyeteke bi vî rengî nîne. Ji bo komkujiyên nû rû nedin, ji bo Mereş neyê jibîrkirin em ê hewldanên bi vî rengî qebûl nekin."   Di dawiya daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyên Mereş, Çorûm, Sêwas, Roboskî bi rêzdarî hatin bîranîn.