Li Turkozuyê êrişek nijadperest: Kurdên heram, dê ev der bibe gora we 2021-12-19 21:43:51 ENQERE - Li Enqereyê komeke nijadperest bi sator, kêr û daran êriş birin ser Volkan Temelê kurd. Kesên êrişî Temel kirin gotin: "Kurdên heram, dê Turkozo bibe gora we."  Li Taxa Tirkozo ya Mamakê îro danê êvarî D.G., S.G. û kesekî navê wî nehat hînbûn êrişî Volkan Temel kirin. Hat diyarkirin ku malbata Temel bû cara dudoyan ku bi êrişên nijadperest re rû bi rû dimîne.    Ferda malbatê Mizgîn Temel têkildarî êrişê ji ajansa me re axivî. Temel, diyar kir ku 3 kesên êriş birine ser birayê wê Volkan Temel gotine, "Ev der Turkozu ye, dê bibe gora kurdan. Kurdên heram, bcehimin ji vira." Temel, da zanîn ku her sê kesan bi sator, kêr û daran êrişî birayê wê kirine. Her wiha Temel anî ziman ku heman kesan par jî êrişî wan kirine û got: "Em ji Şrinexê ne. Ev salek e em bi van êrişên nijadperest re rû bi rû dimînin û dixwazin em ji vir biçin. Ji me re dibêjin 'kurdên heram û êrişî me dikin.' Birayê min hê 17 salî ye. Duh êvarî gava ji malê derketiye, cardin gotine 'Kurdên heram, ev der Turkozu ye, dê bibe gora kurdan" û êrişî birayê min kirine.    Temel, da zanîn ku ji ber êrişê bêhna birayê wê diçike û got: "Ser çavê wî perçe kirine. Bi zorê bêhnê distîne. Em çûn nexweşxaneyê. ME rapor wergirt û em gilî kir."    Temel, diyar kir ku kesên êriş kirine nehatine binçavkirin û got: "Me rapora xwe girt û îro em çûn qereqolê me gilî kir. Lê êrişkar nehatin binçavkirin. Polîsan ji me re got, 'Bar bikin berî ku tiştek ê serê we. Em nikarin wan bigirin, tenê em dikarin cezayê pere li wan bibirin.' Ma ev edalet e?"