Vê organîsyona îhaleyê 'bike wê Savci bike'! 2021-12-20 10:53:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Agiriyê Savci Sayan, 55 îhaleyên ku çêkirine dane heman fîrmayan. Fîrma nav diguherin, hîsseyên tên dewrkirin, tên vekirin û girtin lê tor naguhere. 13 îhaleyên bi 36 Milyon û 968 hezar û 640 TL'yî radestî navnîşana Albayrak Apt. No 8/5 hatine kirin.  Şaredarê Agiriyê Savci Sayan, her carê xwe bi hinceteke cuda tîne rojevê û dide axaftin. Herî dawî li karkerê înşaatê Vesîm Atilmiş û hevalê wî dabû û bi vê lêdanê navê xwe anîbû rojevê. Sayan, li şûna projeyên esas îhaleyên şanedar çêdike û ji ber van îhaleyan tê rexnekirin. Di heman demê de Sayan malpera fermî ya şaredariyê jî veguherandiye albûma wêneyên xwe. Balkêşe e di "albûma" yekkesî de dîtbariyeke bi îmzeya "Bike wê Savci bike" parve kiriye. Sernavê nûçeyê jî me ji vê dûrişmeyê girt û bi nexşe nîşan da ku Sayan çawa çavkaniyên cemaweriyê didize.      CIHÊ HEVDÎTINA WAN ENQERE Û STENBOL E    Ji 31'ê Adara 2019'an roja ku hatiye hilbijartin heta 30'ê mijdarê Sayan bi Usûla Îhaleya Vekirî 55 îhaleyan çêkiriye. Ji sedî 71'ê van îhaleyan daye fîrmayên derveyî bajar. Ji sedî 24'ê îhaleyan (36 Milyon û 968 Hezar û 640 TL) radestî navnîşana Stenbol, navçeya Avcilar, taxa Cîhangîr, kuçeya Atakan, apartmana Albayrak, No 8/5.    GIRÊDAYî HEV IN   55 îhaleyên ku mirov di ser Saziya Îhaleyên Cemaweriyê (Ekap) de xwe digihîne wan ji sedî 71'e wan Stenbol, Enqere, Amed, Erzirom, Hatay, Samsûn, Edene, Bûrsa, Kocaelî, Antalya û Wanê qeyd kirîne û girêdayî hev in. Girêdana îhaleya ku Sayan daye Samsûnê li Amed û îhaleya ku daye Erziromê li Enqerê, îhaleya ku daye Edenê jî li Stenbolê tê dîtin. Piraniya fîrmayên ku Sayan îhale daye wan jî di sala 2019'an de ku hatiye hilbijartin û salên piştî wê hatine damezrandin û li yek navnîşanî kom dibin. Timik hatine vekirin û girtin û hîsseyên wan hatine dewrkirin.    NAVNÎŞANA 13 ÎHALEYAN APARTMANA ALBAYRAK E   Li navnîşana Stenbol, navçeya Avcilar, taxa Cîhangîr, kuçeya Atakan, apartmana Albayrak, No 8/5'ê 7 fîrmayan di 13 îhaleyan de 36 Milyon û 968 Hezar 640 TL’yî girtine. Şîrketên ku nimreyên heman deriyê heman apartmanê bi kar anîne dem deman hîssedar û hevparê wan, cure û navê wan diguherin lê paşnavên di nav torê de qet naguherin. Van fîrmayên ku li Edene, Samsûn, Enqere, Amed û Stenbolê hatine avakirin hema bibêjine hemû îhaleyên di sala 2020'an de girtine. Navnîşana îhaleyên îsal jî veguhestine Enqerê.    Navê fîrmayên ku di 13 îhaleyên bi 36 Milyon û 968 Hezar 640 TL’yî de hevkariyê dikin û navnîşana wan Apartmana Albayrak e wiha ne:    * BERATCAN KURUMSAL HİZMETLER GIDA SAĞLIK İNŞAAT ENERJİ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ, di meha îlonê de navê wê dibe MİS MÜTEAHHİTLİK TAAHHÜT SANAYİ VE TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ    * ÇINARLI KURUMSAL HİZMETLER İNŞAAT GIDA SAĞLIK ENERJİ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ   * ADEM ÇELİK MAKİNA METAL İNŞAAT OTOMOTİV İTHALAT İHRACAT TAAHHÜT TİCARET VE SANAYİ LİMİTED ŞİRKETİ İŞ ORTAKLIĞI TİCARİ İŞLETMESİ    * BİLGİN MET ORGANİZAS YON MÜH.İNŞ.ENER.TAR IM SAN.VE TİC.LTD.ŞIRKETİ   * FENİX DANIŞMANLIK TEMİZLİK İNŞAAT TİCARET VE SANAYİ LİMİTED ŞİRKETİ, piştre navê wê dibe SERİ DANIŞMANLIK TEMİZLİK İNŞAAT TİCARET VE SANAYİ LİMİTED ŞİRKETİ, herî dawî navê wê dibe ARES 1 DANIŞMANLIK TEMİZLİK İNŞAAT TİCARET VE SANAYİ LİMİTED ŞİRKETİ. Her wiha şîrketa bi navê "VEGA KURUMSAL HİZMETLER İNŞAAT OTOMOTİV SANAYİ VE TİCARET ANONİM ŞİRKETİ" ya xwediyê fîrmayê heye.    * ARSLANCAN KURUMSAL HİZMETLER İNŞAAT OTOMATİV YEMEKÇİLİK TURİZM İLAÇLAMA SANAYİ VE TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ û VEGA KURUMSAL HİZMETLER İNŞAAT OTOMOTİV SANAYİ VE TİCARET ANONİM ŞİRKETİ    * EDK GROUP EĞİTİM DANIŞMANLIK KURUMSAL HİZMETLER TİCARET VE SANAYİ LİMİTED ŞİRKETİ. Her wiha bi navê "BERKER TALAY OTOMOTİV YEDEK PARÇA TİCARET VE SANAYİ LİMİTED ŞİRKETİ" li Edenê jî şîrketa xwediyê fîrmayê heye û bi navê "YTK KURUMSAL HİZMETLER LİMİTED ŞİRKETİ" ji li Enqerê jî fîrmayê heye.     MA / Sedat Yilmaz