Nobeta Edaletê: Divê em bibin dengê girtiyan 2021-12-20 15:56:03 AMED - Xizmên girtiyan di roja 35'emîn a Nobeta Edaletê de daxwazên xwe careke din anîn ziman û ev tişt gotin: "Divê herkes bibe dengê me. Divê em bibin dengê girtiyan." Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 35'emîn de berdewam dike. Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Çêrmûkê û Endamên Meclisa Şaredariya Çêrmûkê ku qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin, serdana Nobeta Edaletê kirin û piştavaniya xwe ya ji bo xizmên girtiyan anîn ziman.    DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE   Di serdanê de Hevserokê HDP'a Çermûkê Berat Can axivî û di serî de Garîbe Gezer hemû kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Can, diyar kir ku di ferqa pergala tecrîdê ne û wiha got: "Weke em jî daxwaz dikin ku tecrîd bi dawî bibe. Ji bo vê em li cem we ne. Ji bo piştgiriya Nobeta Edaletê em xebatan dikin."   'ÊDÎ BÊDENG NEMÎNIN'   Xizma girtî Fevziye Kolakan jî axivî û ev tişt got: "Em daxwaz dikin ku zarokên me û extiyarên me bên berdan. Gelek girtî rexmî cezayên wan qediyane jî nayên berdan. Bi taybetî jî ji bo girtiyên nexweş daxwaza me ye. Bila bên berdan. Heke bimirin bila li mala me bimirin. Em dixwazin wan tedawî bikin. Bang li hem3u rayedar û malbatan dikim ku êdî bêdeng nemînin."   'JI BO CENAZE DERNEKEVIN EM DI NOBETÊ DE NE'   Xizma girtî Încî Guler jî da zanîn ku di nav mehekê de 5 jê nexweş bi giştî 7 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Ji ber ku girtî girtiyên siyasî ne nêzikbûna rêveberiya girtîgehê ya li hemberî wan cuda dibe. Qanûna efûyê derxistin lê bi hezaran tecawizkar, çete û kujeran berdan. Girtiyên siyasî û kurd, rexmî ku nexweş bûn jî bernedan. Ji bo ku ji girtîgehan cenaze dernekevin me jî dest bi nobetê kir. Em di roja 35'an de ne. Heta niha 7 girtiyan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye. Embi fikar in. Divê herkes bibe dengê me. Divê em bibin dengê girtiyan."