Li Amedê kesekî bi ser qereqola polîsan de girt 2021-12-20 16:38:01   AMED - Kesek ket hundirê Navenda Polîsan a taxa Huzurevlerî ya Amedê û polîsên li hundir dîl girt.    Li taxa Huzurevlerî ya bi ser navçeya Peyasa Amedê ve kesek navê wî nehat zanîn ket hundirê Qereqola Polîsan a Huzurê û polîsên li hundir rehîn girt. Ev kesê di destê wî de çifteya otomotîk hebû di hundir de du car gule berda û derket qata duyemîn. Hat zanîn ku bûyer nêzî saetekê dewam kiriye û pişt re ew kes hatiye binçavkirin.    Nehat zanîn ku ka ev kes bi çi sedemê bi ser qereqolê de girtiye.