Parêzerên Garîbe Gezer îtîrazî biryara veşarî ya li ser lêpirsînê kirin 2021-12-20 16:52:24 STENBOL - Parêzeran li dijî biryara veşarî ku dozgeriyê danî ser dosyeya lêpirsînê ya derbarê mirina biguman a Garîbe Gezer îtîraz kirin.  Garîbe Gezer li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Tîpa F’yê ku bi îşkenceya sîstematîk û destavêtin û destdirêjiyê re rûbirû mabû, di 9’ê kanûnê de li hucreya lê dihat ragirtin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû. Rojek piştî mirinê dozgeriyê biryara veşarî danî ser dosyeya Gezer. Li aliyê din di heman rojê de biryara veşarî danîn ser lêpirsîna ku derbarê destavêtin, destdirêjî û îşkenceya sîstematîk a li Gezer hatibû kirin.    PARÊZER DIXWAZIN XWE BIGIHÎNIN NAVEROKA DOSYEYAN    Parêzeran Gezer li dijî biryara veşarî serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kocaelî dan û îtîrazî her du biryara veşarî kirin. Parêzeran di daxwaznameya xwe ya îtîrazê de diyar kirin ku biryara veşarî ku danîne ser dosyeyê nayê qebûlkirin û li dijî yasayê ye. Parêzeran di daxwaznameya xwe de dan zanîn ku gumanên wan hene ku lêpirsînek bi bandor neyê kirin û mafê beşdariya malbata Gezer û parêzeran a lêpirsînek bi bandor tê astengkirin. Parêzeran di daxwaznameya xwe de destnîşan krin ku wan xwe negihandiye her du dosyeyên lêpirsînê jî û ji bo ew dikaribin birêkûpêk li ser dosyeyê bixebitin û naveroka dosyeyê hîn bibin xwestin biryara veşarî ji ser dosyeyan were rakirin.    MA / Mehmet Aslan